Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosta “Hesen Şîweselî” spasnameyek rû li Partiya Demokrat belav kiriye

16:48 - 9 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Endamê rêberiya PDKÎ û têkoşerê naskirî yê Kurdistanê, Mamosta “Hesen Şîweselî” bi hilkefta yekemîn salroja bîranîna 16`ê Sermawezê, wekî roja kêmendamên Hizbê, spasnameyek rû li PDKÎ, belav kiriye.

Mamosta “Hesen Şêweselî”, têkoşerê naskirî yê Kurdistanê û kêmendamê îftixarî yê Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat, bi peyameke dengî, rû li Partiya Demokrat, Endamên Rêberî, hemû Organên Partiya Demokrat, kadir û pêşmergên Kurdistanê, kêmendamên Kurdistanê û endam û alîgirên Hizbê, spasiya xwe bi hilkefta yekemîn salvegera 16`ê Sermawezê wekî roja kêmendamên Hizbê, ji aliyê Navenda Siyasî ve, nîşan da.

Navbirî di peyama xwe de belavkiriye ku, bi hilkefta 16`ê Sermawezê û pêdegiriya rêberiya serbilind a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li ser bi fermî naskirina wê roja rewa û yasayî ya kêmendamên PDKÎ, spasî û rêzeke bê sînor a min bo hemû aliyekê heye û daxwaza saxî û silametî û parêzravbûna ve dikim.

Silav û rêzeke dûbare bo we hemûyan

Malbata Hesen Şîweselî

17`ê Sermaweza 1398`an