
Mamostayan carek din li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kombûnên nerizayetiyê lidar xistin û carek din nerizayetiya xwe nîşan dan.
Roja Pêncşemî 21ê Nîsanê mamostayên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî rewşa ewlehî û milîtalîzekirina cihên kombûnan ji aliyê hêzên serkutker ên rejîma Îranê, nerizayetiya xwe nîşan dan û bi lidarxistina kombûnên nerizayetiyê bo carek din daxwaza mafên xwe kirin.
Mamosteyan li bajarên “Sine, Kirmaşan, Kamêran, Seqiz, Bokan,Mihabad, Bîcar, Hemedan, Pulduxter, parêzgeha Luristanê, Şabad, Dêwûlan, Şehrê Kurd, Tehran, Zencan, Takistan,Qum, Yezd, Reşt, Şîraz, Meşhed, Îsfehan û parêzgeha Fars” bi hilgirtyina plakard û dana siloganan, daxwaza wekhevkirina mûçeyên mamostayên mijûlê kar û mamostayên malnişînkirî kirin.
Herwisa mamostayan daxwaza azadkirina mamosteyên binçavkirî û rawestandina serkutkirin a mamosteyan û nehiştina siyasetên çewt ên li dijî perwerdehiyê kirine û bi yekdengî bi siloganan daxwaza destjikarberdana Wezîrê Perwerde û Hînkariya rejîma Îranê kirine.
Di vê derheqê de çend rojan berî niha di daxuyaniya dawî ya kombûnên nerizayetî yên seranseriya mamosteyan de hatibû ragihandin ku heta pirsgirêkên wan neyêne çareserkirin, mamosta şeqaman bernadin û şeqam çepera wan e.