Roja Înê 20ê Cozerdanê, mamostaya xwendingeha paşnavendî ya “Fatimiye” ya bi navê “Efsane Mihemedî” li bajarê Pîranşehrê ku rûniştiya taxa “Padaş” bû, bi awayek cihê şik û gumanê canê xwe ji dest daye û termê wê bo lêkolîna pizîşkî bo Pizîşkê Yasayî ya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.
Mamosta “Mihemedî” xelka bajarê “Şahînşehr” ê girêdayî parêzgeha Îsfehanê ye û bi sedeam vê ku hevjîna wê endamê malnişînkiriyên Arteşê li binkeya Pîranşarê ye, di wî bajarî de dijîn.
“Efsane Mihemedî” tevî ku mamostayeka dilsoz û xweşewîstê dersxwanan bû, di sala 1395an a Rojî de digel mamostayên Kurd û Yekîtiya Mamostayan, hevkatriyek çalakane kiribû.
Herwisa li demsala Bihara sala 1400an a Rojî, li mangirtina mamostayan li ber deriyê Dîwana Dadperweriya rejîmê û ber deriyê Wezareta Perwerde, digel mamostayên parêzgeha Urmiyê bi awayekî çalak beşdarî kiribû û bi nûneratiya mamostayan gotar pêşkêş kiribûn.
Navbirî di demsala Payîza sala 1400an a Rojî de hatibû malnişînkirin, lê dest ji çalakî û hevkarî digel mamostayan ber nedabû.
Termê mamosta ”Efsane Mihemedî” li bajarê “Şahînşehr” ê girêdayî parêzgeha Îsfehanê bi axê hate spartin.