Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayên nerazî dibêjin: Em dê berdewam bin li ser girev û kombûnên nerizayetiyê

12:14 - 22 Nîsan 2022

Mamostayên dibistanan bi nîşana nerizayetî ji rewşa jiyan û rewşa xirab a wan, cudahî û zilma li ser wan li dehan bajarên Îran û Kurdistanê kombûnên neraziyê lidar xistin û ragihandin ku heya daxwazên wan bicih neyên, ev dê berdewam bin li ser nerizayetiyên xwe.

Roja Pêncşemî 21ê Nîsanê, li piraniya bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê mamostayan kombûnên nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza mafê xwe kirin û li dijî desthilata gendel a rejîmê siloqan dan.

Yek ji mamostayên nerazî ku li kombûna mamostayan li bajarê Sineyê diaxivî daye zanîn: Çima rejîma Îranê diçe li Îraq, Sûriye, Lubnan û welatên dinê dibistanan çêdike, lê pitir ji %40 dibistanên Îranê li ser herifînê ne yan li cihê çêkirina dibistanan, kanêksan dadinên.

Li zaf cihan hêzên tepeserkar yên rejîmê êrîş kirine ser kombûnên mamostayên nerazî û gorî zaniyariyên ku hatine belavkirin, pitir ji 70 mamoste ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin û piştî çend demjimêr lêkolîn cardin tev hatine berdan.

Mamosta niha di Îranê de qata herî belengaz a civakê ne ku bersivderê jiyana xwe û malbatên xwe nînin.