
Kurdistanmedia: Li gor nûçeyên hatinî weşandin li zaf bajarên Îranê Mamostayên qotabxanan roja derbasbûyî neçûne ser polên xwandinê, û bi vî avayî nerizayetiya xwe dane xûyakirin.
Mamostayên mangirtî li cihê karê xwe bi destvegirtina diruşman ku eyana daxwaziyên wan bûn man girtin, daxwaz û diruşmên wan pêkhatibûn ji: xwandina bêberamber ji bo hemî hevwelatiyan, dadperweriya perwerdehiyê û dana bawernama bilindtir bi Mamostayan, Zêdetirkirina hiqûqê Mamostayan li gel çûnaserêye xercê jiyana rojane a wan, Bîma hemî aliyane, serbestberdana Mamostayên destbiserkirî, baştirkirina rewşa qutabxanan û şiyana eyankirina daxwaziyên mamostayan.
Hevdem li gel mangirtina Mamostayan li zaf bajarên Îranê hêzên emnî û beşên çavedêriya nava qutabxanan de gef li mamostayan xwarin, ku hekî neçne ser polên xwandinê wê bi tundî bêne cezadanê, lê mamosta amade nebûn, gireva xwe bişkênin.
Li gor nûçeyan ev girevgirtina mamostayan heya îro jî berdewam e, û ragehandine heta ku daxwazên wan cîbicî nebin, ewê berdewam bin li ser mangirtina xwe.
Di çend rojên derbasbûyî de Şêvra Hevahengiya Civatên pîşeyî, daxwaza gireva seranseriya mamosayên Îranê kiribûn.