Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayên zanîngeh û dibistanên Rojhilatê Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahiya newrozê kirin

11:37 - 21 Adar 2020

Payama pîrozbahiya newrozê ya parek ji mamosteyên zanîngehêh û dibistanên bajarên wekî, Sine, Merîwan, Seqiz, Bokan, Mihabad, Pîranşehir, Şino, Neqede û Urmiye wiha ye:

Herçiqas bilî Axûndîsim, belayeke mezin a ku hemû dinya ji xwe ve girtiye ya bi navê vîrûsa Koronayê ku pêsîra me jî girtîye, lê em wekî pêşmergên îradeber in û newroza me ya kevin a Kurdevarî ji bîra me naçe.

Wa newroz û serê sala nû ye, bi wê hilkeftê em pîrozbahiyeke gerim li xelkê Kurdistanê, malbatên serbilind ên şehîdan, hepsiyên siyasî, dust û mamosteyên ezîz û hemû Kurdên dilsoj û hevnîştimanpên xwe dikin.

Em hêvîdarin ku herçî zûtir siya nehis a Komara Îslamî û belaya Koronayê li ser me vêde here, li şer û belayan dûr bin û wekî gelên azad û serbest em bigihîjne mafên xwe yên rewa.

Newroza ve pîroz be