Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamoste û Xwendekarên bajarên Kurdistanê seba roja Şehîdên Kurdistanê peyamek belav kirin

12:54 - 30 Adar 2022

Mamoste û Xwendekarên bajarên “Şerdeşt, Pîranşar, Şino, Nexede û Mihabad”ê bo roja 10`ê Xakelêwe, roja “Şehîdên Kurdistan”ê peyamek belav kirin û di peyama xwe de bas ji 75 sal berî niha kirin ku rejîma dije azadî û şovênîzma paşayetî Serkomarê xwedî hikimet Pêşewa “Qazî Mihemed” di rojekê wekî îro de bi dar vekirin.

Herwisa di peyama xwe de bas ji vê yekê kirin ku rejîma Şahenşahî wisa hizir dikir ku bi şehîdkirina Pêşewayê nemir êdî pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê namîne, lê bê ageh bû ku tevgera rewa ya gelê Kurd bo berî Komarê û paşê Komarê hatiye dabeşkirin, di berî Komarê de nasîstematî û eşîreyî bûye, û piştî Komarê ji sîstema kevin hate derê û bi tevahî sîstematîk, siyasî û demokratîze bû, lewma heta niha piştî 75 salan xortên Pêşewa Qazî Mihemed li çiyayên Kurdistanê xewna rengîna Pêşewayê Kurdan dibînin û siloganên Pêşewayê nemir dibêjin û bi îradeyek polayîn ve govenda rizgariyê dikin.

Di dawiyê de Mamoste û Xwendekarên bajarên Kurdistanê, digel rêbaza şehêdan peyman nû kirin û soz dan ku heta roja serkevtinê dê rêya pir ji şanaziya pêşewayê nemir bidomînin, yan dê serbikevin yan jî, dê li vê rêyê de wekî wan nemiran bi şanazî ve serê xwe danên.