
Beşek zêde ji mamoste û xwendekaran li zanîngehên weke, “Serdeşt, Pîranşar, Şino, Nexede û Mehabad” ê bi hilkefta 33emîn salvegera şehîd kirina Dr. Qasimlo û hevalên wî peyamek belav kirin.
Di beşek ji vê peyamê de hatiye: “33 sal berî niha û li 22`ê Pûşpera sala 1368an a Rojî, dîplomat-terorîstên Komara Axûndî li bajarê Viyen a paytexta Otrîşê destê wan gihîşte mirovekî ku hemû temenê xwe bo demokrasî, mafê mirov, dadperweriya civakî û avakirina civakek ku ne tenê li Kurdistan û Îranê, belkû li Rojhilata Navîn de bê mînak bû”.
Herwisa di beşek din ji vê peyamê de hatiye: “Di rastiyê de Dr. Qasimlo mîratgirê rêbazekê bû ku bi 10an û 100an salan lipêxema azadiyê de xebat kiribû, bi xwîna xwe nirx dabû û êdî nedixwest ji vê zêdetir di bin zordarî û desthilatên faşîstî û zêdexwaz yên Tehranê de bimîne.”
Herwisa di vê peyamê de mamoste û xwendekaran soza xwe digel şehîd hertim zindî Dr. Qasimlo û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê nû kirin û soz dan ku heta jinavçûna tevaw a zilma netewayetî û cihgîrkirina sîstemek demokratîk rêrewê bi emeg ên şehîdan bin.
Di dawiya vê peyamê de hatiye: “Qutabxaneya Dr. Qasimlo û waneyên wî serkirdeyî mezin li nav hemû rehên xwîna me de ye û Dr. Qasimlo di rêbaza xwe de zindî ye” û silav li riha şehîdê serkirde û tev şehîdên Kurdistanê, mirin û neman ji sîstema dijî mirovî û terorîstî ya rejîma Axûndî re.