
Mamosteyekî xelkê gundê “Nuvav” a “Rebet” a girêdayî bajarê “Serdeştê”, li zanîngeha “Kurdistan”ê ya li parêzgeha “Sine”yê di warê bîrkariyê de karî pileya Pirofisoriyê dest xwe bixîne.
Dr. “Emîr Mafî” endamê lijneya zanistiya zanîngeha “Kurdistan”ê ya li bajarê “Sine”yê, di encama hewl û têkoşîna xwe karî, di warê geşedan bi zanista “Bîrkariyê” pileya Pirofisoriyê dest bixîne.
Pirofisor “Emîr Mafî” li sala 1353`an li gundê “Nuvav”a “Rebet” a girêdayî bajarê “Serdeşt”ê, jidayîk bûye, û qonaxên dersê yên weke destpêkî û navendî li bajarê “Mehabad”ê qetandiye.
Piştre navbirî di zanîngehên weke “Hormuzigan û Xarezmî” ya li bajarê “Tehran”ê li warê bîrkariyê xwandina xwe domandiye, û li sala 1384`an li zanîngeha “Xarezîm” ya Tehranê de şiya bawerînameya dixtoriya bîrkariyê verbigre
“Mafî” li sala 1387`an şonda weke endamê lijneya zanistî ya zanîngeha “Kurdistan”ê ya li bajarê “Sine”yê hate hilbijartin û heta niha jî berdewame, û di heyama 13 salên derbasbûyî de li konfiransên zanistî ên cuda digel zanyayên weke “Koçer Bîrkar” û “Meryem Mîrizaxanî” de beşdarî kiriye, û pirraniya qunaxên lêkolînên warê Bîrkariyê li zanîngehên welatên weke “Almaniya, Îtaliya û Hindustan”ê derbas kiriye.
Pirofisor “Emîr Mafî” xwediyê dehan gotar û lêkolînên zanistî li warê Bîrkaryê ye, û herwisa bi destxistina 130 xalan di warê zanista bîrkariyê şiya pileya Pirofisoriyê li zanîngeha “Kurdistan”ê bidest xwe bixîne, lewma heta niha ji aliyê çendîn zanîngehên navûdeng yên cîhanê ve bona gotina waneyan hatiye gazîkirin.