Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtin û nerizayetî pel havêtine nava hemî cih û qatên xelkê Îranê

13:19 - 13 Tebax 2020

Roj birojê zêdetir havara bê mafî û belengaziya xelkê Îranê bilindtir dibe û bi taybetî qata zehmetkêş û ketkar roj birojê zêdetir dest dikne nerizayetiyê û mangirtinê.

Di dirêjiya wan nerizayetî û mangirtinan de, roja derbasbûyî 12ê Tebaxê gelek cihên Îranê şahidê nerizayetî û mangirtinê bûn, ku ji wan em dikarin amajê bi wan cihan bikin.

Yekîtiya kirêkarên Rêka Asin, Metro û Utubûsraniya Ustraliya, bona piştewanî ji kirêkarên palavtingehên Neftê dest kirne mangirtinê.  

Ketkarên cihê keskatiya bajarê Qişmê bi nîşana nerizayetî li hember paşte ketina heqdestê xwe dest kirne mangirtinê.

Hezara ketkarê neyşekera heft tepe ew 2 mehe berdewamin li ser mangirtina xwe.

Sedan ketkarên Hepko ew 10 rojin berdewamin li ser mangirtinê.

Roja derbasbûyî 12ê Tebaxê kirêkarên Rêka Asin ya Kerecê jî tevlî mangirtinê bûn.

Parek ji daxwaziyên ketkarên mangirtî ewin: Pareketina çendîn mehane hiquq û heqdest, kêmiya heqdest, guhnedan berpirsan bi daxwazên kirêkaran, daxwaza berdana ketkarên hepsî, û gelek daxwazên dinê, lê heya niha tu yek ji berpirsan amade nebûne pêngavekê bona cîbicîkirina daxwaziyê ketkaran bihavêje, belkî tenê soz û qewlên direvîn didne wan