Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Matorswarekî bajarê Kamyaranê agir berda memûrekî rejîmê

16:32 - 29 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Polîsekî hat û çûnê, hevwelatiyên bajarê Kamyaranê ezyeta dike û di encam de ji aliyê matorswarekî vî bajarî tê şevitandin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, 27’ê Hezîran a 2013’an, li kolana Terewerêz û nîzîkê kolana “Mihemed Resûlillah”ê polîsekî terefîkê bi navê “Çiraxî” tevî matorswarekê tûşî kêşe dibin û di encam de matorswar şîlenga benzîna matora xwe diveke û dihavêje wî derecedarî û agir berdidê de.
Şahîd li ser wê bawerê bûn, “Çiraxî” bi bê sebeb hecet ji vî matorswarî girtiye û daxwaza mohletê lê kiriye û eva di demekê de ye ku matorswarê han hemû rênimayên hat û çûn parastibû.
Bi gotina welatiyên bajarê Kamyaranê, memûrê han bi berdewamî û bê tu sebebek hecet ji şofêran digire û ezyeta wan dike.
Ew matorswarê han piştî ewê ku tûşî vê arîşeyê dibe, matora xwe bicî dihêle û direwe û ev derecedare jî niha li nexweşxaneyekî bajarê Kamyaranê de ye û pişkek ji cestê wî şewitiye.