Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mayik Pompêo: Em daxwazê li xelkê Îranê dikin wêneyê xwenîşandanan bo me bişîn in

11:03 - 22 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz li xelkê nerazî yên Îranê kir ku wêne û vidiyoyên xwenîşandanên xwe bo wan bişîn in.

Wezîrê Karûbarê Derve yê Amerîkayê “Mayik Pompêo”, sibêdeha Înê 1`ê Sermawezê, li ser rûpela xwe ya twîtirê bi zimanê Farsî nivîsiye: “Xelkê nerazî ên netirs! Vîdiyo, wêne û zaniyariyên xwe yên derheq tepeseriya rejîma Îranê bo me bişîn in, û Amerîka êş û jana nerizayetiyan dê eşkere bike û şeremzar bike.”

Ji aliyek din ve jî, Berdevka Wezareta Derve a Amerîkayê “Morgan Ortêgas” di peyameke vidiyoyî de li ser rûpela xwe ya tiwîtirê belavkiriye û daye zanîn, Amerîka ji nîzîk ve nerizayetiya Îranê dişûpînin, em piştevaniya xelkê Îranê ku canê xwe dêxînine metirsiyê dikin.

Herwisa “Morgan Ortêgas”, gotiye: “Nêzî hezar kes hatine binçavkirin û sedan kes zêdetir jî hatine kuştin. Tevî qutkirina înternetê ji aliyê rejîma Îranê ve, lê xelkê Îranê serkevtî bûn ku vidiyoyên zilim û zordariya rejîmê pêşkêşî cîhanê bikin.