
Kurdistanmedia: Wezîrê Derve ê Amerîkayê û Serokwezîrê Îsra`îlê li derheq pirsên cud û nemaze pirsa Îranê di welatê Portuxalê de civîn kirin.
Roja Çarşemî 13`ê Sermawezê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mayik Pompêo û Serokwezîrê Îsra`îlê Binyamîn Netanyaho, di bajarê Lîstbon a paytexta welatê Portuxalê de li derheq pirsên Îranê civînek pêk anîn.
Di wê civînê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê daye zanî ku, şêwazê bicihkirina aramî di Rohilata Navîn de, xwenîşandan di Bexda û Bêyrutê li dijî rejîma Îranê û eva ku em hemû dizanin di Îranê de çi diqewime, evane hemû mijarên civîna Danald Tiramp di Lendenê de ye.
Herwisa Pompêo daye zanîn ku, ev xelkê nerazî kesanik in ku li pey azadî û bi awayekî aram jiyan kirinê ne, û li derheq gefên ku rejîma diz a komara Îslamî ya Îranê birêve dibe, pêhesiyane.
Herwisa Binyamîn Netanyuaho Serokwezîrê Îsra`îlê jî di destpêka axavtinê xwe de got: “Yekem mijara ku em dixwazin di vê civbînê de bas bikin, Îran e, duhemîn mijar jî Îran e, û Sêhemîn mijar me jî her Îran e.
Herwisa Binyamîn Netanyuaho Serokwezîrê Îsra`îlê daye zanîn ku, rejîma Îranê dixwaze di navxweyî welatê xwe de, ji Îraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê li dijî me mifahê vergire, lê em bi awayekî çalakane li dijî wan sekinî ne.