Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mêhdî Şêyxî

12:07 - 26 Îlon 2013

Hevpeyvîn: Arif velzî

mêhdî Şêyxî naskirî bi Mêhdî Tewrîwerî, kurê Hemexan sala 1338’an (1959)li gundê Tewrîwer a ser bi bajarê Sinê di malbatek cotkar de tê dinê.

Mêhdî di temenê 5 saliyê de dibe ku nesaxiya Sorikê dikeve nava gundê Tewrîwerê de û qirana zarokan tîne, mixabin mala Mêhdî jî ji nesaxiya Sorkê bêpar nabe û di encam de sê xûşk û sê birayên xwe ji dest dide û tenê Mêhdî û xûşkek xwe sax dimînin. Sala paştir dema Mêhdî dibe 6 salî, bi sedema nesaxiyê bavê xwe jî ji dest dide.

Hejarî û destengî dibe sebeb ku dayîka Mêhdî nekarî zarokên xwe bişîne xwendingehê, lewma Mêhdî û xûşka xwe ji xwendinê bêpar dibin.

Mêhdî Tewrîwerî nasyariya xwe tevî siyaset û PDK Îranê weha tîne ziman: “Dema şoreşa gelên Îranê dest pêkir, min pir ji Xomeynî û Ehmed Moftîzade hez dikir, piştî heyamekê Ehmed Moftîzade Padigana bajarê Sinê ku di destê xelkê de bû, radestî hêzên Xomeynî kir û bi vî awayî hêzên ser bi hikûmetê dest avêtin kuştina xelkê sivîl û di encam de nêzîk bi heyvekê bi hizaran kes ji xelkê bajarê Sinê hatin kuştin.

Piştî vê bûyerê min zanî ku Xomeynî dujminê gelê Kurd e û min biryar da ku li dijî wan xebatê bikim, eva bû ku di 15’ê Cozerdana 1358’an (1979) de, min tevî çend endamên PDKÎ têkilî çêkir û piştî 5 rojan ez çûm û min weke daxwazkarê endametiyê li kolana Fereh a bajarê Sinê xwe bi komîteya PDK Îranê nasand û bi awayek fermî bûm endamê PDK Îranê”.

Mêhdî rojên herî xweş ên jiyana pêşmergatiyê weha tîne ziman: “Di zivistana sala 1358’an(1980) de dema pêşmerge di nava bajarê Sinê de bûn, min rojên herî xweş ên jiyana xwe derbaz kirin, jiber ku xelkê Sinê gellek hurmet ji pêşmergan digirtin, bo mînak dema em diçûn rêstûran an kafeyekê, 15 kesan bi hevre xwarina me hisab dikirin.

Herweha rojekê ez weke pêşmergê PDK Îranê nobedarê bankê li bajarê Sinê bûm da ku di dema seredana xelkê de, qerebalixî çê nebe, heya dema nobedariya min bi dawî hat, xelkê bi qasek kincên gerim, şal û saqe ji min re anîn ku min nekarî bi dest wan hemû kincan ber bi baregehên partiyê ve bibim, lewma ez neçar mam ku tirumbêlekê jê re bigirim”.

Di hember de jî rojên herî nexweş ên jiyana xwe weha tîne ziman: “Heyva duyemîn a demsala Buhara sala 1359’an(1980) bû ku şerê Sinê dest pêkir, wî çaxî Komele û Çirîk û piraniya aliyên siyasî, PDKÎ weke sazişkar nav dibirin, lê paşan derket ku ne wusa ye, jiber ku tenê PDK Îranê bû ku di wî şerî de ber xwe da û 27 rojan li hember hêzên êrîşkar ên Komara Îslamî sekinîn û 26 şehîd dan, wî çaxî derket ku PDK Îranê şoreşvan e, ne sazişkar, jiber ku tewahiya hêz û aliyên din bi hevre 26 şehîd di wî şerî de nedan. Mixabin di wî şerî de êriş hat ser likek ji pêşmergên partiyê û tewahiya pêşmergên likê hatin şehîdkirin, bona alîkariyê lika din ku em bûn, em çûn, lê me nekarî ku wan rizgar bikin û ez jî birîndar ketim, eva roja herî nexweş a jiyana min e”.

Mêhdî derheq jiyana xwe a hevpar dibje: “Sala 1371’an(1992) li Qislanê min tevî Bihar Rostemî ku wî çaxî bona pêşmergatiyê hatibû nava refên pêşmergan, jiyana hevpar pêk anî û berhema jiyana me jî du kur û keçek e”.

Mêhdî Tewrîwerî dibêje: “Tenê min hêviyek heye, ew jî ev e ku PDK Îranê hewil bide ji vê jiyana kempnişîniyê xwe derbaz bike û weke salê 67 – 68’an (1988 –1989) bihêz be û cardin vegere nava xelkê xwe de”.

Mêhdî rû li xelkê Kurdistanê dike û bi vê gotinê hevpeyvîna xwe bi dawî tîne: “Xelkno! heya kengî hûn wê bi diruşmên direvîn ên Komara Îslamî a Îranê bên xapandin, û herin ser sindûqên dengdanê?

Bes e êdî qebûl nekin û dest avêjin şoreşek seranserî, da ku bi alîkariya tev aliyan, em ji vê rewşê derbaz bin û dawî bi deshilata melayan bêt”.