Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mekteba Pêwendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê bo PDKÎyê şand

19:28 - 17 Tebax 2021

Borda Pêwendiyên Kurdistanî ya Mekteba Pêwendiyên YNK bi hilkefta 25ê Gelawêjê di 76emîn salvegera avakirina PDKÎyê de peyameke pîrozbahiyê bo PDKÎyê şand.

Deqa peyamê wiha ye:

“Rêzdar: Hizba Demokrata Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 76emîn salvegera avakirina “PDKΔ gerimtirîn pîrozbahiyê li rêzdar Lêpirsiyarê Giştî û Deftera Siyasî û Komîteya navendî û kesûkarên serbilindên şehîdan û tev endam û kadrên têkoşerên we dikin.

PDKÎ li sê çarêka sedeye ku temenê siyasî û xebatkarî derbas kiriye û binyat û reha wê ji nava dîroka kurdatiyê ve hatiye û ti carî ji xemxwarî digel gelê xwe û hişyarkirina netewî mandî nebûye, berpirsatiyeke dîrokî, nîştimanî û netewiye giran li ser milê PDKÎyê ye.

Hêvîdarin ku xebata siyasiya PDKÎ bo rêksixtina hemû şiyan û hewlên wê bo bidestveanîna mafê gelê kurd li Rojhilata Kurdistanê bo çareserkirin ji rêya siyasî û aştîxwazane û diyalogê berdewam bin.

Borda pêwendiyên Kurdistanî yên Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê”