Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merakêş: “Îran hewlê dide ku welatên bakur û rojavayê Afrîqayê nearam bike”

17:53 - 8 Gulan 2021

Wezîrê Derve yê Merakêşê, “Nasir Borîte” li derheq siyasetên dujminkarane yên rejîma Îranê li Rojhilata Navîn û nearamîxistin li bakur û rojavayê Afrîqayê, huşdarî da û gotiye: “Îran bi piştevaniya cebilxane û rahênana girûpa “Polîsariyo” gef li ser ewlehiya netewî ya wî welatî afirandiye”.

Wezirê Derve yê Merakêşê ku welatê wî ji sala 2018an ve her bi wê sedemê, pêwendiya xwe ya dîplomatîk digel Îranê qut kiriye, basa vê yekê kir: “Îran li rojavayê Afrîqayê jî çalakiyan dike û amadebûna xwe bi rêya hêzên Hizbullahê ve bihêz dike”.

Ew gotinên “Nasir Borîte” li hevpeyvîna online digel endamên “Komîteya Pêwendiyên Giştî yên Amerîka-Îsraîl” a naskirî bi “American Israel Public Affairs Committee” bi kurtenaviya “AIPAC”ê de bas kiriye û gotiye: “Pêwendî û hevkariya digel Îsraîlê bona cihgîrbûna aramî li deverê û aşitî li navbera Îsraîl û Felestînê de gelek girîng e”.

Wezîrê Derve yê Merakêşê li berdewamiya gotinên xwe de tekezî kiriye ku li hember gefên hevpar, em wekî hevpeyman bona rawestan di hember bernameya navkiya Îranê û gefxwarinên li welatên deverê de, me hewceyî bi hevkarî û hevahengiyê heye û dibe bi micidî li hember çalakiyên wan girûpên ser bi rejîma Îranê derkevin.