Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merasima salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo li nawenda 1’a Kurdistanê birêve çû

14:55 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Li nawenda 1’a Kurdistanê rê û resma 22’ê Pûşper, 24’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasunlo û hevalên wî birêve çû.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, roja yekşemî 14’ê Tîrmeha 2013’an rê û resma 13’ê Tîrmeh (22’ê Pûşper)ê roja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li Viyenê bi amadebûya kadr, pêşmerge û malbat, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hejmarek endamên kempa Kawe birêve çû.
Destpêka marasimê bi xwandina sirûda netewî “Ey Reqîb” hate xwandin û piştre çend xulek bêdengî bo rêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê dest pêkir.
Paşan peyama nawenda 1’a Kurdistanê ji aliyê Tahir Kesîlî endamê Komîteya Nawendî a PDK Îranê û berpirsê nawendê hat pêşkeş kirin.
Her weha peyama hevper a komîtên Jinan û Ciwanên nawenda 1’a Kurdistanê ji aliyê Ferîde Mihemedzade ve hat xwandin.
Li lirêjahiya merasimê de çendîn sirûd ji aliyê kora huneriya PDK Îranê hat pêşkeş kirin.
Her bi vê bonê hejmarek pexşan û helbes ji aliyê rêzdaran Faxir Mewlûdî, Osman Kerîmî, Husên Sitemdîde, Zirîwe Xakî û Hana Murad Weyîsî ve hatin xwandin û her wusa sirûdek ji aliyê zarokên nawenda 1’a Kurdistanê hat pêşkeş kirin.
Dana lewha rêzgirtinê û xelatkirina serkevtûyên festîvala Dr. Qasimlo birga dina a mersimê bû.