Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merîwan/ Pêşiya birêve çûna cejna Newrozê hat girtin

20:50 - 24 Adar 2014

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îslamî ya Îranê li devera “Saral”a ser bi Merîwanê , pêşiya birêve birina rêûresma cejna Newroz û govend û dîlanê girt in.

Li gor raporta Kurdistanmedia, hêzên Îtilat yên rejîma Îslamî ya Îranê li devera Canewere a ser bi bajarê Merîwanê, pêşî ji birêve çûna rêûresma cejna neteweî a Newrozê girtin û gefa girtin û teqekirin ji hemwelatî û rêveberên rêûresmê kirin e.

Hemwelatiyeke hayîdar ji meselê bi nûçegihaniya “Kurdistanmedia”ê ragihand: Hêzên Îtilat û Sipaha pasdaran, êvara roja 20’ê Adar a 2014’an, çûne nav gundê Dêhbuniyad a ser bi devera Saralê û gef ji xelkê û rêveberên reûresmê kirin û gotine ku îzna birêve birina rêûresma Newrozê ninin.

Hevwelatiyê han ewa jî got: Pêşîgirtina hêzên rejîm di demekê de bû ku bi tewahî amadekariya rêûresma cejna Newrozê hatibû kirin û hêjayê gotine ku girupa mûzîk û stranbêj jî hatibûn , lê îzna tu awayek şadî û xweşî nedan û tenê karîn agir hilkin.

Rêûresmên cejna Newrozê li Kurdistanê serbarî gefxwarin û piropagendên nigatîva hemû aliyan a hêzên rejîm û kirêgirtiyên wan, bi awayeke berbilav birêve çûn e.