Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mesrûr Barzanî: Êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê destêwerdana di karûbarên Îraqê de ye

12:07 - 25 Gulan 2022

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “Mesrûr Barzanî”, ku li civîna Davosê beşdarî kiribû, li paneleke hevbeş digel Wezîrên Derve yên Erebistana Siûdî, Ordon û Kuweytê, ragihand: “Destêwerdana hin welatên din di nav karûbarê Îraqê de heye û eva rastiyek e.”

Di vê civînê de pêşkêşkara Kanala CNBC û Rêvebera panelê li derheq êrîşên mûşekî yên rejîma Îranê bo ser Herêma Kurdistanê pirsiyarek li “Mesrûr Barzanî” kir û navbirî wiha bersiv da:

“Hinek welat, meyla sepandina hejmûna xwe bi ser hin welatên din de heye. Di wê hilbijartinê de ku Cotmeha borî bi rê ve çû, xelkê biryar da ku çi cure Îraqekê dixwazin, hevpeymanî hat pêkanîn. Dibe ku ew êrîşên mûşekî wekî givaşekê hatibin bikaranîn li ser endamên wê hevpeymaniya ku di navbera Kurd, Sunne û Şîe de hat pêkanîn, da ku ji vê hevpeymaniyê vekişin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “Mesrûr Barzanî”, bi rohnî behsa hejmûniya rejîma Îranê li ser Îraqê kir û daye zanîn: “Ev Hejmûnî her berdewam e. Ji bo sînordarkirina van êrîşan pêwîstî bi hewleke berfireh a welatên navçeyê û civaka navdewletî û herwisa Amerîka û wan welatan heye, çimkî berjewendiya wan li Îraqê heye.”

Eva jî di halekê de ye ku di van mehên borî de, Spaha Pasdaran a terorîst gelek caran bi roketan êrîşî ser Herêma Kurdistanê kiriye.

Destê rejîma Îranê hêdî hêdî li Îraqê tê birîn û girûpên ser bi wê rejîmê jî bi hemû şêweyekê di desthilata Îraqê de rastî şikestê hatine û her lewma ev bi mûşekên xwe yên tirsonek êrîşê ser axa Herêma Kurdistanê dikin da ku dorandina xwe bi vî awayî qerebû bikin.