
Kurdistanmedia: “Mes`ûd Barzanî” serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de, derheq, êrîşa mûşekî a rejîma Îranê bo ser binke û baregehên PDK de, nigeraniya xwe nîşan da.
Deqa peyamê wiha ye:
Bi navê Xodê mezin û dilovan
Bi êrîşa mûşekî û bombebarana komara Îslamî a Îran ya bo ser baregeh û binkeyên PDK yên li bajarê Koyê gellek nigeran û xembarin, bi taybet ku zirarra canî û madî bi cih hêlaye, di demekê de vê êrîşê şermezar dikim, ku sersaxî dibêjim kesûkarên şehîdên vê êrîşê, û hêviya baş bûnê ji bo kesên birîndar dixwazim.
Ji hemû aliya dawxaz dikim da ku Herêma Kurdistanê nekine qada rikeberiyên xwe, çimkû Herêm bixwe arîşe û gefên mezin li pêşê ne, û herwisa dixwazm ku vê yekê ji hemû aliyan re bêjim ku, arîşe û pirsgirêkên gelê Kurd, bi tundtîjî û kûştin û bombebaranan neyên çareserkirin, rê û şêwaza aştiyane baştirîn çaresere bo hemû arîşe û pisrgirêkan.
“Mes`ûd Barzanî”
8.9.2018`an