Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mesûd Şemsnijad bi wesîqeya yek mîlyard Tûmenî azad bû

23:06 - 16 Hezîran 2013

Kuridtanmedia: Mesûd Şemsnijad parêzerê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê piştî derbas bûna pitir ji mehekê girtinê, bi danina wesîqeya 1 milyard tûmenî bi awayek demkî serbest hate berdan.


Ajansa Kurdpa bilavkir, Mesûd Şemisnejad piştî 34 rojan girtinê, bi danina barimtê hat azadkirin.
Nawendên welehiyên rejîma Îslamiya Îranê parêzerê han seva wergirtina dosiyeya Hebîbullah Gulperî,Elî û Hebîb Efşarî bi endametî di yek ji partiyên Kurdistanî hatiye sûçdar kirin, û herweha pêywendî girtin tevlî medyayên derveyî Îranê hatiye tawanbar kirin û egera vê yekê heye ku bo dadgehê bihê şandin.

Mesûd Şemsnijad 8’ê Gulan 2013’an, ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Urmiyê hat girtin.