Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mes’ûd û Xusro Kurdpûr bo Îadareya Îttlata Urmiyê hatin veguhastin

20:54 - 28 Adar 2013

Kurdistanmedia: Paşî derbas bûna pitir li sê heftî li argirtina Mes’ûd û Xusro Kurdpûr li girtîgeha îdareya bajarê Mihabadê, bo îdareya îttlata bajarê Urmiyê hatin veguhastin.
2 birayên Rojnamenivîs û çalakên Mafê mirov ji aliyê hêzên Îttlatî bo Îdareya Îttlata bajarê Urmiyê hatine şandin.
Her di vê pêywendiyê de ajansa nûçegeyaniya “Kurdpa” balav kir, Mes’ûd û Xusro Kurdpûr roja 26’ê Adar a 2013’an li girtîgeha îdareya bajarê Mihabadê, bo îdareya îttlata bajarê Urmiyê hatin veguhastin.
Xusro Kurdpûr berwar 8’ê Adara 2013’an ji aliyê hêzên Îttlatî di nava mala xwe de li bajarê Mihabadê hat girtin.
Her di vê pêywendiyê de rojek paştir Mesûd Kurdpûr , birayê vî li demekê de ku jibo lêpirsîn li ser sedema girtina birayê xwe serdana Îdareya Îttlat a bajarê Mihabadê kiribû, ji aliyê hêzên Îttlatî hat girtin.
Her di vê pêywendiyê de û li demekê de ku parêzêerê Xusro û Mesûd Kurdpûr jibo çavpêkevtin tevî wan du birayan serdana Îdareya Îttlat a bajarê Mihabadê dike,ji aliyê hêzên Îttlatî Îzn nameya vî a parêzeriyê jê tê sitandin.
Destbiserkirina du çalakvanên han li demekê de ye ku çend roj paşê girtina van, parêzvanê wan bi hinceta agahdarbûna rewş û dîtinek li gel Xusro û Mes’ûd Kurdpûr serdana îdareya Îttlata bajarê Mihabadê kiribû, lê serbarî evê ku hêzên Îttlata rejîm nehêlabûn van her du rojnamevanane bibîne, vekaletnama van jî lê sitandine.