Rejîma Îranê bi girêbestek 20 sale digel Rûsiyê zêdetirîn beşa gaza meydana Çalûs li deryaya Xezer daye Rûsiyê û beşa Îranê ji wê meydanê bi tenê %25 e.
Malpera “Oil Price” ragihand: “Rûsiyê zêdetirîn beşa meydanên gaza Çalûsê xistine bin destê xwe û Îranê bi girêbesta 20 saleya dinavbera Îran û Rûsiyê, ew maf daye Rûsiyê û beşa Îranê ji wan meydanên gazê bi tenê %25 e û beşa Çînê jî ji wan meydanên gazê %25 e û beşa din bi tevahî ya Rûsiyê ye.
Girêbesta 20 saleya di navbera Îranê û Rûssiyê de ku bo peydakirina gaz û berfirehtirkirina meydanên gazê li deryaya Xezer de hatiye wajokirinê, zêdetir ji çendîn tirîliyon Dolarî ye.
Pêka raporan, kompaniya “KPKO” ya Îranê berpirsê birêvebirina beşa gaza Îranê di meydanên gaza Çalûsê ye le ew Kompaniya her bi nav berpirs e û birêveberê bingehîn ya beşa Îranê kompaniyên Hîdrokerbon ên Spaha Pasdaran in.
Pêka wan raporan beşa Îranê bi 2 kompaniyan li bajarên Şanghay û Makao ên Çînê hatiye dan ku her 2 kompanî yên Spaha Pasdaran a terorîst in.
Herwisa pêka xalên girêbesta 20 sale, rejîma Îranê bo berjewendiya Rûsiyê dest ji meydanên gaza Çalûsê berdaye.