Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mezlûm Kobanê: “Armanca me şer nîne lê Tirkiye êrîşê bike, em dê bersiva wê bidin”

17:34 - 24 Hezîran 2022

Tirkiyê bo tevlîbûna welatên “Swêd û Fînlend”ê bo “NATO” yê merc daniye ku dest ji pîştevanêkirin li “HSD” hilbigrin, nekû îznê nade ew du welat tevlî “NATO”yê bibin.

“Mezlûm Kobanê” di vê derheqê de gotiye: “Ew merca ku Tirkiyê bo wan du welatan daniye, gefa êrîş bo ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir kiriye”.

Herwisa “Mezûm Kobanê” gotiye: “Armanca me Şer digel Tirkiyê nîne, lê eger Tirkiyê êrîşê bike ser deverên li jêr kontrola “HSD”ê, me amadeyiya şer heye”.

Amerîkayê li derheq gefxwarinên Tirkiyê bo êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê, hûşdarî daye Tirkiyê.

Herwisa Rûsiyê jî daxwaz ji Serkomarê Tirkiyê “Receb Teyîb Erdoxan” kiriye ku hizra êrîş bo ser Rojavayê Kurdistanê ji serê xwe derxîne”.

Di şerê navbera Rûsiye û Ukraynê de, welatên “Swêd û Fînlend”ê dixwazin bibin bi endamê “NATO”yê, lê bi sedema vê ku ew du welatane piştevanî ji desthilata xwebirêveberiya Rojavayê Kurdistanê dikin, Tirkiye tevlîbûna wan li “NATO”yê mercdar kiriye.