
Wezîrê Dad yê berê Yê Amerîkayê gotiye ku teke rêya bi dawîhatina reftarên neşiyaw yên rejîma Îranê bidawîhatina desthilata wê rejîmê di Îranê de ye.
Roja Şemî, 18ê Tîrmehê, Wezîrê Dad yê berê Yê Amerîkayê, “Maykêl Mûkêyzî”, di hevpeyvineke vîdiyoyî de ku li ser torên civakî belav bûye ragihandiye ku, bernameya bidestveanîna çeka navikî ya rejîma Îranê nerawesta ye û cehd û tekeziya rejîma Îranê li ser mûşekên balistîk ku teke armanca sazkirina wan mûşekan e, hilgirtina komikê navikî ye û wê rastiyê dide xuya ku bernameya sazkirina çeka navikî ya rejîma Îranê nerawesta ye.
Herwisa, “Maykêl Mûkêyzî”, ragihand ku teqîna navenda navikî ya “Netenz”ê, bo heyamekê kurt ew bernameya navikî paşxistiye lê rejîma Îranê bernameya xwe nerawestandiye û bervajî, bona bidestveanîna çeka navikî bernameya xwe berdewam dike.
Herwisa navbirî got: “Piştevaniya rejîma Îranê ji girûpên terorîstî di cîhanê de wê rastiyê dide xuya ku rejîma Îranê nikare wekî welatekî asayî reftarê bike û “Teke rêya bidawîhatina reftara Îranê bidawîhatina wê rejîmê ye”.