Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Michael Pence”: Yad û bîra êrîşa sala 1983`an ya li dijî leşkerên Amerîkî, emê bi bersivderbûna rejîma Îranê bi bîr bînin

11:18 - 25 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Alîkarê serkomarê Amerîkayê “Michael Pence” di salvegera êrîşa terorîstî ya li ser binkeya leşkeriyên Amerîkayê di Beyrûtê de got: Emê qurbaniyan bi bîr bînin, lê bi zexta li ser Îranê, bona vê ku bersivder be, di hemberî kiryarên xwe yên têkderane di navçeyê de.

“Michael Pence” roja Sêşemiyê bi weşandina peyamekê di hesaba xwe ya “twitter”ê de nivîsand:  35 salan berî niha, terorîstên tundrê ên îslamxwaz ên ku rejîma Îranê piştgiriya wan dikir, bi danîna bombeyê di binkeya çekdarên me di Lubnanê de, 241 kes ji qehremanên me kuştin.

Wî di domê de nivîsandiye: Emê cangorîtiya wan, di bin rêbertiya serokê Amerîkayê, bi bîr bînin, ew jî bi zexta zêdetir li ser Îranê, bona bersivderbûnê derheq kiryarên têkderane ên wê di herêmê de.

Sala borî jî “Michael Pence” her di vê derheqê de ragehandibû ku Hizbullah girûpereke terorîstî ye, û di xizmeta rejîma Îranê de ye, û emê bona jinavbirina vê girûpê û dadgehîkirina wan hewlê bidin.

Tê gotin ku êrîşa sala 1983`an bo ser binkeya çekdarên Amerîkayê di paytexta Lubnanê de, ji aliyê HIzbullahê ve hatiye encamdan, girûpeke şibhêleşkerî a Şî`e ku Tehran piştgiriya wê dike. Amerîkayê ew girûpa di sala 1997`an de xiste nav rêzbenda saziyên terorîstî de.