Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Michelle Bachelet” di derheq kiryarên rejîma Îranê li ser kêmîneyên netewî nigeraniya xwe nîşan da

12:12 - 27 Şibat 2021

Komîsera payebilind a Mafê Mirov a Saziya Netewên Yekgirtî, “Michelle Bachelet” nerizayrtiya xwe di hember kiryarên rejîma Îranê li ser kêmîneyên netewî li parêzgehên “Rojhilatê Kurdistanê, Xûzistan û Sîstan û Belûşistan”ê, nerizayetiya xwe da xuya.

Roja Înê 26ê Şibatê, “Michelle Bachelet”ê  tevî îşarekirin bi binçavkirinên berfireh, bêserûşûnkirinên bi zorê û zêdebûna îdamkirinan li ser kêmîneyên netewî li Îranê ragihand: “Komara Îslamî ji 3 mehan berî niha ve, bi tundûtijiyeke hevaheng li ser kêmîneyên netewî yên wekî parêzgha Sîstan û Belûçistan, Xûzistan û parêzgehên Rijhilatê Kurdistanê, kirine armanc”.

Herwisa “Michelle Bachelet” ragihand: “Li seranserê Îranê bi hêceta ewlehiya netewî, azadiya medenî û siyasî tê binpêkirin”.

Cezanekirina karbidestên tawanbar yên rejîma Îranê bi taybet binpêkerên mafê mirov li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, Sîstan Belûçistan û Xûzistanê bi awayekî roh û eşkere berçav e û bikujên xekê Kurd, Belûç, Ereb û kêmîneyên netewî yên din di Îranê de nayêne cezkirin.