Roja Şemî 22ê Gulanê, Serokê meclîsa rejîma Îranê “Mihemedbaqir Qalîbaf” îdia kiriye: “Piştî wan 3 mehên ku bi Ajanasa Navnetewî ya Vizeya Navkî re me derfet dabû, êdî mafê vê yekî nîne ku dest bi zaniyariyên navkî yên navenda navkî ya Îranê dest peyda bike û li “22ê Gulanê” ew derfet bi dawî hatiye”.
Heta niha Saziya Vizeya Navkî ya Îranê û Wezareta Derve ya rejîmê di vê derheqê de ti bertekek nîşan nedane.
Gotinên wî Pasdarê terorîst di halekê de ye ku, danûstandinên li ser Bercamê li bjaraê Viyenê li wan çend heftiyên derbasbûyê de bi rê ve çûne û Amerîka jî bi awayê nerasterast di wan danûstandinan de beşdar bûye.
Pêka lihevhatina demkî li navbera rejîma Îranê û Ajansa Navnetewî ya Vizeya navkî de ku bo heyamê 3 mehan hatibû wajokirin, kamêrayên çavedêrî yên wê Ajanê li navend û binkeyên navkiyên Îranê de wêne û vidiyoyan hilgirin û heta 3 mehan rejîma Îranê îznê bi Ajansê re nade ku bi wan wêne û vîdyiyoyên xezinkirî dest peyda bikin û hekî Amerîka hemû dorpêçên xwe hilnegire, dê wan zaniyaran li ser kamêrayan reş bikin.
Rjîma Îranê di danûstandinan de tim hewl daye ku dem qazanc bike û ya berçav ev e ku dixwaze derfeta vê yekê hebe ku çeka navkî berhem bîne.