Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemedcewad Zerîf kevtiye lahiyan ku Amerîka bizavire bo Bercamê

12:31 - 3 Şibat 2021

Rejîma Îranê li ser helwesa xwe ya berê paşekêşî kiriye ku bi sedema tirsa egera êrîşa bo ser rejîmê, kevtiye lahiyan ku Amerîka bizavire bo nava Bercamê.

Cewad Zerîf Wezîrê Derve yê rejîma Îranê daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku bona zivirîna Amerîka bo nava lihevkirina Bercamê naybençîtiyê bike.

Herwisa Zerîf nerastevxwe ji Amerîkayê xwast bêtê nava Bercamê û got, “niha dema hindê hatiye ku dewleta “Joe Biden” biryarê bide û bizavire Bercamê”.

Rejîma Îranê ku berê radigihand heya Amerîka dorpêçan li ser Îranê hilnegire, em amade nînin digel Amerîka li ser rêkkevtina Bercamê civînan bikin, lê niha basa wî mercê xwe nake û Zerîf lahiyan dike ku Amerîka bizavire rêkkevtina Bercamê.

Ew lahî û dalahiyên Zerîf di demekê de ne ku basê êrîşa Îsraîl bo ser rejîmê ji her demê zêdetir bûye û dewleta “Biden” jî piştîvaniya xwe bo her core kiryarekî Îsraîlê bi dijî rejîma Îranê ragihand.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî ragihand, ku tenê çend hefte mane bo wê ku rejîma Îranê bikare bomba navokî çêbike.

Rejîm bi kêşana Amerîka bo nava Bercamê dixwaze bo heyamek dinê dema hewce bo xwe bi dest ve bîne.