Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pence”: Lihevkirina karesatbar a Îranê, di berjewendiya axûndên rejîma Îranê de ye

13:09 - 17 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: “Mike Pence” alîkarê serkomarê Amerîkayê di 3.emîn salvegera lihevkirina etomî a naskirî bi “Bercam”ê, li ser xirabbûna vê lihevkirinê, hewla Trump bona zêdekirina zext û givaşan li ser rejîma Îranê û eva ku lihevkirina etomî di xizmeta axûndan de ye, ne di xizmeta xelkê Îranê de.

“Mike Pence” Alîkarê serkomarê Amerîkayê di 3.emîn salvegera lihevkirina etomî a naskirî bi Bercamê de, di dema axavtina li konferansa serokên nûneratiyên dîplomatîk ên Amerîkayê li raserî cîhannê de ragehand: “Amerîka di hemberî rejîmên yaxî disekine. Bi taybetî rejîma Îranê, rejîmek ku li pey zêderewiyan di Rojhilata Navîn de ye, û terorê vedigeşîne”.

   Navbirî zêde kir ku Trump biryara xwe daye ku li hemberî lîstikvanên şerxwaz de bisekine. Wî soz dabû ku li hemberî rejîma Îranê de wê bisekine, lewra ew rejîm rastî zextên herî tund dibe.

Wî bi eşkere ragehand ku ew rêkevtina etomî ya herî xirab tenê di berjewendiya wan axûndan de ye ku xelkê xwe serkut dikin.

Trump digel ragehandina derketina Amerîkayê ji lihevkirina etomî digel Îranê, ku di serdema Obama de hatibû îmzakirin, biryar da ku dorpêçên li ser rejîma Îranê, dîsan vegerin ser ciyê xwe.

“Mike Pomeo” Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê jî di  meha Cozerdanê de bû ku ragehand, wan 12 şert û merc danîne pêşiya rejîma Îranê ku dibe qebûl bike, da ku bikare xwe di bin barê giran ê dorpêçan rizgar bike.