Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompe”: Direwên Xamineyî derheq vîrûsa Wûhanê canê xelkê Îran û cîhanê xistiye metirsiyê

12:25 - 24 Adar 2020

Wezîrê Karûbarê Derve yê Amerîkayê, “Mike Pompe”, roja Duşemî 4`ê Xakelêwe, daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de hatiye: “Direwên Xamineyî, Rêberê Komara Îslamî a Îranê, derheq vîrûsa Wûhanê metirsîdar e, wî Îran û xelkê cîhanê rastî metirsiyên mezin aniye.”

“Mike Pompe”, di daxuyaniya xwe de çend rastî bas kiriye û ew jî wiha ne:

Rastî: Balafira “Mahan”, girîngtirîn balafira geştyarî a Îranê, di meha “February”ê de aliyê kêm 55 firîn di navbera Tehran û Çînê de encam dabû û hejmareke zêde a xelkê Îranê tûşê vîrûsa Koronayê kir. Yekemîn kesê tûşbûyê Koronayê aliyê kêm di 5 welatan de ku rastevxwe ji aliyê Îranê ve dihate nav wan welatan û canê milyonan kes xistiye jêr metirsiyê.

Rastî: Rejîma Îranê hişdara bi berdewamî a berpirsên tendirustî yên xwe netîtî digirt û yekem kesê tûşbûyê Koronayê di wî welatî de aliyê kêm 9 rojan înkar kir. Ew rejîme li derheq mirin bi Koronayê ku hejmara wan ji vê yekê zêdetir e ku rejîm amarê wan belav dike, direwan li xelkê Îranê û cîhanê dike.

Rastî: “Di halekê de ku berpirsên rejîma Îranê daxwaza çavkaniyên malî a zêde kiribûn, Îranê ji sala 2012`an heya niha ve nêzî 16 milyard dolar xercê terorîstan di derveyê welatê xwe de kiriye. Berpirsên rejîmê zêdetir ji yek milyard “EURO” ku ji aliyê tiştên tendirustiyên cîhanî ve hatibûne şandin dizîn û xistine enbaran û tiştên wekî “Masik” û lepik û dermanên dijegendê, di nav bazarên reş de difirotin.

Rastî: Amerîka pîşniyara alîkariya zêdetir ji 100 milyon dolarê bi welatên derve, nemaze bi xelkê Îranê kiribû û pisporên me şev û roj mijûin ku vaksena Koronayê peyda bikin. Lê Xamineyî pişniyara Amerîkayê red kir