Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: “Amerîka bona hişkirina çavkaniyên dahata Îranê her karek bikare dê bike”

16:54 - 15 Çirriya pêşîn 2020

Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser alîkarîdana rejîma Îranê bo “Hûsiyên” yemenê ragihand, ku Amerîka bona hişkirina çavkaniyên dahata rejîma Îranê her karek ku bikare dê bike ku rejima Îranê nekare alîkariyê bi Hûsiyan re bide.

Roja Çarşemî, 14ê Çirriya Pêşîn, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “Mike Pompeo” tevî tekezîkirin li ser piştevaniya Amerîka ji welatyên yekgirtî digel Amerîkayê di hember êrîş û gefên rejîma Îranê ragihand: “Her karek ku di şiyana me de be, emê bikin da ku alxahîn bin ku komara Îslamî ya Îranê xwediyê çavkaniyên kêmtir bo alîkarîdan bi Hûsiyan re be û em dê piştevaniya dîplomatîka xwe digel Erebistanê jî bidomînin.

Herwisa “Mike Pompeo” di roja Sêşemî 13ê Çirria Pêşîn de, li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê nivîsandibû: “Amerîka ti carî bi mezintirîn rejîma ku piştevanê terorîzmê di cîhanê de ye, îznê nade ku bikujtirîn çeka cîhanê bi dest xwe ve bîne”.

Rêberê rejîma Îranê “Elî xamineyî” îdia kiribû ku em li pey bidestveanîna çeka navikî nînin û hekî em bixwazin kes nikare rêgirê me be.

“Mike pompeo” daye zanîn ku siyaseta ku rejîma Îranê di Yemenê de bi rê ve dibe û Hûsî rêrevî jê dikin, zehmetiyan li ser alîkarîdana Amerîka û Saziya Navnetewî bo xelkê Yemenê diafirîne.