Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo” Derketin ji Bercam, ewlehiyeke zêdetir bo xelkê Amerîkayê li pey xwe ve anî

12:17 - 10 Gulan 2020

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “Mike Pompeo”, gotiye ku derketina Amerîka ji “Bercam”ê bû sedem ku xelkê Amerîkayê ewlehiyeke baştir hebe û welatên Rojhilata Navîn jî, ji gefên Îranê hatine parastin.

“Mike pompeo” li salroja derketina Amerîka ji Bercamê, ew bi biryareke netirsane bona parastina xelkê cîhanê di hember tundûtîjî û gefên rejîma Îranê de da zanîn û di rûpela xwe ya “Twitter”ê de nivîsandiye:

“Du sal berî niha, “Donald Trump”, bi biryardaneke netirsane ji bo parastina xelkê cîhanê di hember tundûtîjî û gefên navikî yên rejîma Îranê de, ji lihevhatina navkî ya digel Îranê hate derê û daye zanîn ku, hekî em wê beravirdê ya man di nav bercamê de bikin, niha xelkê Amerîka ewlehiyeke baştir hene û Rojhilata Navîn di aramiyeke zêdetir deye.

Herweisa “Mike Pompeo”, roja Şemî 9`ê Gulanê bi weşana daxuyaniyekê li derheq alîkariya Amerîkayê û hevpeymanên wê di hember şerê Almaniyên Nazî ku 75 sal berî niha bû got: “Îro rojê em di hewleke micid de ne li hember rejîmeke serkêş û em dûbare li Civatgeha Cîhanî dixwazin da ku ji bo sekînandina hikûmeta yekem a dijî Cihûyan tevlî me bin.”

Her di vê derheqê de jî, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê “Morgan Ortegas”, li ser rûpela xwe a “Twitter”ê nivîsî: “Me ji hemû bijarteyên dîplomasî bo dirêjkirina tehrîmên cebirxaneyî yên rejîma Îranê mifah wergirtiye û em tundûtîjî û terorîzma rejîma Îranê qebûl nakin û em ti carî nahêlin ku rejîma Îranê bigihe bombeya Navkî.”