Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mike Pompeo: Xwest û gotinên Îranê bo Îraqê jiyana xelkê wî welatî rastî gefan dike

11:20 - 5 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Mike Pompeo: Xwest û gotinên rejîma Îranê bo Îraqê, jiyana xwelkê wî welatî rastî gefan dike.

Pêka nûçeyên belavbûyî, gurûpa Ketayîba Hizbullah a girêdayê Heşda Şe`ibî a Îraqê, ji hêzên asayiş û arteşa Îraqê xwestine ku, ji binke û navendên Amerîkayê, xwe bi dûr bigirin.

Li ser wê mijarê, Wezîrê Dereve yê Amerîkayê, “Mayk Pompêo”, di ser rûpela xwe a Twitter gotiye: “(Obaş)ên girêdayê rejîma Îranê, Ketayîba Hizbullah, ji hêzên asayişên Îraqê xwestiye ku erkên xwe yên parastina balyozxaneya Amerîkayê li bajarê Bexdayê û herwisa di cihên din yên ku Amerîkayî digel xelkên Îraqê kar dikin bi cih bêhlin”.

Hewisa navbirî Got: “Eva ku rejîma Îranê bi hikûmeta Îraqê re bêje, ku çi bike an wiha bike, jiyana xelkê neteweperestên Îraqê rastî gefan dike”.

Bi gotina Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “xelkê Îraqê dixwazin ji bin bandora rejîma Îranê xwe rizgar bikin, her di heyamekê berî bû ku, wî xelkê, balyozxaneya rejîma Îranê agir berdanê û tev axê kirine yek”.

Hêzên girêdayê rejîma Îranê her gefan dixwin, lê ji tirsa tolhildana hêzên Amerîkayê ve nekarine bi kiryar çi bikin û her propagendeyên çewt didin.