Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: “Zivirîna me bo Bercamê bi qazanca welatên dinê ye”

12:39 - 17 Kanûna pêşîn 2020

“Mike Pompeo” Wezîrê Derve yê Amerîkayê di civînekê de digel “Washington Examiner” gotiye: “Dema ku em di lihevhatina “Bercam”ê de bûn, Îranê wê demê jî digel şirketên Aemrîkayî ticaret nedikir”.

“Pompeo” di berdewamiyê de gotiye, ew yek ji bîra me bimîne ku di heyama rêkevtinên navkî de jî kompaniyayên Aemrîkayî nedikarîn digel wî welatî ticaretê bikin û zivrîna me bi “Bercam”ê qazancê welatên wek “Engilîs û Feranse”yê ye.

Herwisa “Pompeo” daye zanîn, ku bi nemana Amerîka di “Bercam”ê de Spaha Pasdaran di warê aborî de hejar bûye û di egera berdewamiya siyasetên hikûmeta berê wate dewlet “Toramp” de dê Spaha Pasdaran nêzî 70 milyard dolar hejartir biba.

Herwisa gotiye ku ew pereye ku di destê Îranê de ye, pereyê “teror, xwînriştinê ye”, îcar em bên xelatekê bidine Îranê di warê aborî de azad be? Yan jî digel welatên “Engilîs” û “Feranes”yê ticaretê bike? ew yeka tîştek e ku tenê bi zerera me ye û em rêya ticaretê bi welatên Ewropî re nadin.

Navbirî ev yeka jî gotiye: “Kesê duyem ê Saziya El-Qa`îdê di Îranê de hate kuştin û Îran bûye cihê El-Qa`îdê”.