Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirin seba bûyera terafêkê li Mihabadê zêde bûye

16:00 - 7 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Mirina seba qezaye terafîkê li bajarê Mihabadê li sala 1392’an a Rojî qiyas kirin tevî sala 1391’an a Rojî, %26 zêde kiriye.

Nûçegihaniya Îrna li devê berpirsê polîsê Mihabadê ve bilav kir, amarên pêwendîdar bi mirina hemwelatiyan li sala 1392’an a Rojî li vî bajarê berawurd kirin ligel sala derbasbûyî nêzîkê li seda 26 zêde kiriye.

Di sala 1392’an a Rojî de, 19 hemwelatî li bajarê Mihabadê seba bûyera terafîkê canê xwe ji dest dane, ewa di demekê de ye ku ew rêjeya li sala 1391’an a Rojî 15 kes ragihandin e.

Li gor vê raporê, zafirîn rêjeya qezayên terafîkê ku canê hevwelatiyan girtiye di nav bajarê Mihabadê de qewimiye.