Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirna cêgirê fermandê sipaha Quds, çend roje bûye cihê axivtinên newekhev di nava deshiladarên rejîmê de

13:33 - 20 Nîsan 2021

Di demekê de ku rejîmê ragihand Mihemed Hicazî cêgirê fermandê sipaha terorîstiye Qyds bi sedemê vîrûsa Koronayê ve miriye, ev çend roje, nûçeyên newek hev di media û ji aliyê deshilatdarên rejîmê ve têne belavkirin û yek bi du yekê axivtina hevdû bi direv derdixin.

Mihemed Hicazî roja Yêkşemiyê mir û sipaha Pasdaran ragihan ku sedemê mirna wî, nexweşiya Dil bûye.

Hevdem Media yên rejîmê ragîhandin ku Hicazî bi sedema nexweşiya Korona yê miriye.

Ji aliyekî dinê jî, hin fermandên Sipaha terorîste Pasdaran mirna Hicazî cihê gumanê dizanin û dibêjin ew nexweş nebûye.

Herwisa ew yêke jî hatiye gotin ku Hicazî bi dermanê Kîmiya yî hatiye kuştin.

Şewa derbas bûyî jî Televîzyona El Ehdas ragîhand ku Hicazî cêgirê fermandê sipaha Quds, di dema me`imûriyetê li Yemenê de hatiye kuştin ku rejîma Îranê rastiyê ji xelkê diveşêre.

Pasdarê terorîst Mihemed Hicazî ji bilî ewê ku cêgirê sipaha Quds bû, berpirsê dosiya Yemenê bû û gorî zaniyariyê Televîzyona El Ehdas, ew di Yemenê de hatiye kuştin.

Hin jêder jî basê hindê dikin ku Hicazî li Sûriyê de ji aliyê Îsraîl ve hatiye kuşin.

Di derheq newekheviya nûçeya mirna Hicaziyê terorîst, pasdar Koserî ragihand ku dengoyên li derheq mirna cihê gumanê ye Hicazî, karê dijmin û şeytanaye.

Pasdar Hicazî kesekî terorîst û tepeserkar bû ku dest di sedan cinayetên hovane de hebû, her lewma mirna wî bûye cihê keyfxweşiya xelkê.