Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Misrê huşdarî bi rejîma Îranê re daye ku nabe welatiyên Îsraîlê di Misrê de bike armanc

18:57 - 29 Hezîran 2022

Berpirsên dewleta Mirsê bi rejîma Îranê re huşdarî dane ku nabe bi ti awayekî êrîşê ser welatiyên Îsraîlê di Misrê de bike.

Pêka nûçeya ku Nûçegihaniya Radio Feransê belav kiriye, Îsraîlê dewleta Misrê agehdar kiriye ku rejîma Îran dixwaze welatiyên Îsraîlî li Misrê bike armanc, lewma berpirsên hikûmeta Misrê tevî hûşdarîdan bi rejîma Îranê re, daxwaz ji rejîma Îranê kirine ku Misrê tevlî şerê xwe yên nihênî digel Îsraîlê neke û bi wî karî derbê bi hitbara dezgehên ewlehî yên Misrê nede.

Herwisa berpirsên hikûmeta Misrê bi tekezî bi rejîma Îranê re gotine: “Me berê jî, ji hevkarî digel Îsraîl û hêzên din ên deverê bo beşdarî li şerê nihênî digel Îranê xwe parastiye”.

Rejîma Îranê çend roj berî niha di Tirkiyê de hewl dabû ku bi pilaneke terorîstî êrîş bike ser welatiyên Îsraîlê, lê bi sedema hevkariya “Mossad” û saziya ewlehiya Tirkiyê “MIT”ê, ew pilana rejîma Îranê eşkere bû û hate pûçkirin û girûpek ji terorîstên rejîma Îranê hatine binçavkirin.