Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî daxwaz ji xelkê kir ku xwenîşandanên xwe bidomînin

16:07 - 17 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, di peyamekê de daxwaz ji xelkê kir ku bi hemû qat û taxên xwe ve xwenîşandanên xwe bidomînin.

Peyam bi wî awayî ye:

Peyama “Mistefa Hicrî”, Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ, li derheq xwenîşandanên Rojhilatê Kurdistanê,

Hevwelatiyên xebatkar li Rojhilatê Kurdistanê

Dengê bilind ê bêzariya we ji rejîma dijî gelî ya komara Îslamî ku hawarekî berheqe, tevlî dengê xelkê bi hirs ê Îranê, bû serdêra nûçeyên hemû cîhanê.

Her çi qas ku guhên deshilatdarên rejîma dijî gelî ya komara Îslamî li heyamê wan 40 salên derbasbûyî de, di hember daxwazên we de ker bûye ,û di gotinên wan de xûya dike ku heya niha jî, dengê we nebihîstine, bi wî halî jî, bi yekrêzî û yekdengî ve, jin û mêr, ji hemû tax û qatên xwe ve, mil bi milê hev, li girevgirtin û meşên xwe berdewam bin û  li ser daxwazên xwe havar bikin.

Rica dikim di wê berxwedanê de, xwe ji tunûtîjiyê biparêzin û bi awayekî aştîxwazane, xebata xwe bidomînin, ji ber ku ti hêcetek nekevê dest rejîmê bo tepeserî û zilm û zora zêdetir li ser xelkê.

Hemû xelkê cîhanê piştevanê we ye, dengê me digel dengê we ye û dilê me bal we ye.

Ez sersaxiyê ji malbatên Şehîdên wê berxwedanê dikim û hivîdarim birînên birîndaran jî baş bin

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî

Mistefa Hicrî

26`ê Xezelwera 1398`an

17`ê Çirriya paşîna 2019`an