Roja Çarşemî 11ê Cozerdana 1401an a Rojî, Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di peyamek vîdyoyî de rû li xelkê El-ehwazê daye zanîn ku “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji daxwazên we yên mafxwazane piştgîrî û piştevaniyê dike.”
Deqa peyamê wiha ye:
Xelkê xebatkar û azadîxwaz ên Ehwaz, Abadan û bajarên din ên wê navçeyê
Îradeya yekîtiya we ya li wê nerizayetî û serhildana we ya wê midehê li dijî serkutkariyên rejîma terorîst a Komara Îslamî ya Îranê, nîşaneya vê ye ku hevwelatiyên Ereb ên welatê me di wê navçeyê de bi hişyarî û azadîxwazî ve daxwaza mafê xwe dikin.
Xelkên ku her ji detpêka hatina serkar a wê rejîmê ve, di bin zilma du qatî û tepeseriya eşker de bûn û bi şêweyên cuda ji aliyê wê rejîmê ve hatine serkutkirin.
Ew siyaset û bernameyên rejîmê li derheq tev azadîxwazên Îranê, nemaze netewên bindest, bi berdewamî dom hebûye. Netewa Kurd li Kurdistanê bi rohnî digel wê siyasetê nasiyar e û bi kevl û hestiyên xwe ve, ew zilme ceribandiye.
Her di vê derheqê de, em ji dil ve digel we hevxebat û hevaheng in û piştevanî li daxawzên we yên rewa û xweragiriya we dikin. Gelek baş e ku di bin siya xebata yekparçeyî û yekrêzî de, tev azadîxwaz û nemaze netewên hatinî serkutkirin û perawêzxistin, desthilata wê rejîmê bipêçin. Emê serbikevin.
Ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve, em sersaxiyê dibêjine tev malabatên qurbaniya avahiya “Mêtropol” û xebatkarên netirs ên “El-ehwaz”ê û bajarên din ên wê navçeyê û em xwe şerîkê xema wan dizanin.