Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Emê qonaxeke nû a xebatê li dijî rejîma Tehranê dest pê bikin

17:56 - 13 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê peyamek ji bo xelkê Rojhilatê Kurdistanê belav kir.

Peyam wiha ye;

Welatiyên hêja!

Xelkê azadîxwaz ê Rojhilatê Kurdistanê!

 Roja 17’ê Xermananê a 1397’an a Rojî (8’ê Îlonê a 2018’an a Zayînî), Komara Îslamî a Îranê, kampa xebatkarên Demokrat li rex bajarê Koyê li Başûrê Kurdistanê kire armanca mûşekan û di encam de mixabin dehan kes ji xebatkarên riya rizgariya welatê me hatin şehîd û birîndarkirin. Serê sibeha heman rojê, sê çalakvanên Kurd bi navên Ramîn Husênpenahî, Zanyar Muradî û Luqman Muradî, ku ev çend sal bûn di girtîgehê de bûn û xelk li benda azadbûna wan bû, li girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê hatin darvekirin. Ji wê rojê ve ku Kurd pê hesiyane ku weke neteweyek, mafên wan hatine binpêkirin û ji bo standina wan mafan dest bi xebatê kirine, hertim di vê rewşê de derbas kirine. Herwisa dîroka tijî xwîn û qurbanîdanê a gelê Kurd li Kurdistana Îranê jî di nav xebata giştgir a Kurdan de li hemberî dagirkirin, tepisandin û tinekirinê reng vedide û dibirisqe. Lê belê rejîma Komara Îslamî ji bo tekmîlkirina zordarî û xwînrijiya xwe li hemberî gelê azadîxwaz ê Kurd, li gor îdiaya xwe ji Îslamê jî mifahê distîne ji bo ku rewatiyê bide tevahiya kiryarên hovane ên xwe li dijî neteweya me. Xwendin bi zimanê dayîkê ji bo me qedexe ye, çand û dîroka me bi derew tê guherandin, jîngeya me tevlîhev dikin û jîngeparêzên welatê me jî di parastina jîngeya xwe de serbest nînin.

Herwisa bilindtirîn rêjeya bêkariyê li parêzgehên Kurdistanê heye, yên ku ji ber birçîbûna jin û zarokên xwe hawara xwe dibin kolberiyê ji bo ku bi vî karê dijwar nanekî bidin malbatê, têne kuştin. Êdî her roj kolber li sînoran têne kuştin û rêjeya kuştina wan heya astekê bilind e ku ji bo xelkê dibin nûçeyên asayî ên rojane. Em di hemberî binpêkariya mafên xwe de ji wan daxwaza dabînkirina derfetên kar dikin, lê ew dibêjin hûn raya giştî a civakê dixapînin. Dema ku em dibêjin bila zarokên me bi zimanê dayîkê bixwînin, dibêjin hûn welat perçe dikin. Em dibêjin bihêlin bila nûnerên rastîn ên me civakê bi rê ve bibin, lê ew dibêjin hûn dijberên şoreşê ne û bi van tawanan me dixin girtîgehê, yan jî me ji axa xwe koçber dikin, me îşkence dikin, kerameta me dişkînin û me darve dikin. Cihê jiyana wan malbatan ku ji ber zulm û zordariyê reviyane, li welatekî din dikin armanca êrîşa mûşek û bombeyan.

Bi vî rengî li Kurdistana Îranê, derfet û mafê jiyanê ji bo Kurdan nema ye. Niha jî xelkê me bi navê derbasiya jiyanê, rezîlî û belengaziyê dibîne. Lewre divê em ji bo jiyaneke mirovî xebatê bikin. Em dev ji ti riyeke xebatê bernadin ji ber ku rejîmê ji bilî vê, ti riyek ji me re nêla ye. Ev rê ji xwe xuya ye ku pir dijwar e û bedêleke zêde jê re pêwîst e. Lê belê eger hemû bi hev re kar bikin û her kes li gor şiyana xwe kar bike û aliyekî xebatê bigire, wê demê dijwariyên vê rêyê kêmtir dibin û bedêleke kêmtir jî, jê re tê dayîn. Em weke Kurdên Rojhilat, divê bi xebata xwe bibin hêzeke xwedî bandor da ku rejîmên Tehranê nekarin û newêrin, bê tirs, jiyan û serweriya me zewt bikin, hesabê ji bo me nekin û me tine bikin. Ev jî, heman peyama mirovî ye ku Rasana Rojhilat hildaye û we jî ev peyama rizgarker ji dil pejirandiye û mijûlî bicîkirina vê ne. Rejîm, ji bandora vê xebatê ditirse û lewma dest bi bikaranîna tevahiya şêwazên qirkirina Kurdan û jinavbirina wan dike. Êdî li ber çavên hemû dunyayê, bi mûşekan li kampa jin û zarokên penaberan li welatekî din dide û dixwaze bi vî awayî, dengê hemû Kurdan û dengê zarokên wêrek ên me qut bike û bêdengiyeke mîna goristanê, bi ser welatê me de ferz bike.

Renge niha deshilatdarên rejîma Îranê kêfxweş bin ku bi xeyala xwe karîne bi van mûşekbaranan, xebata Kurdan bidin sekinandin, û pişta xebatkarên Kurd çemandibin, lê Komara Îslamî baş bizane ku deshilatdarên berî wê jî li nêzîk bi sedsalên borî de, bi sedan carî Kurd komkuj kirine, û Kurdistan wêran kirine, û bi hezraan lawên têkoşer îdam kirine, û di girtîgehê de rizandine, û dahata welatê xwe talan kirine, lê bi vî halî jî ne tenê her nekarîne bêdengiyê bi ser Kurdistanê de zal bikin, belku rast berevajî roj bi rojê zêdetir xebata Kurd geşe kiriye, û bi dengeke bilindtir hawara mafxwaziya xwe bilind kiriye, lewra niha Kurdistan zêdetir ji her demî bi dengê bilind hawar dike, û heya serkut bihêztir be, dengê Kurd jî bilindtir dibe.

Rûyekî din ê vê pirsê ew e ku berevajiyê xwehilkişana rejîmê û aliyê piropagendeyî ya wê, ku hewl dide hemû şikestên xwe, ew jî bi serkevtin nîşanî xelk û cîhanê bide, li leyîza mûşekbarana kempa têkoşerên Rojhilat û îdama lawên Kurd li girtîgehan de, û vê piropagendeya berfireh ku bo vê kiryarê dike, dorandiyê serekî ye, jiber ku hemû ew hewlane îşareyê bi vê rastiyê dikin, ku Kurd bihêz e, û di vê demê de ku rejîm li nav dorpêçeke bikirîz de ye, ku bixwe ji xwe re çê kiriye, ne tenê tu riyek bo derbazbûnê tunîne, belku roj bi rojê kirîz zêdetir û roxînertir dibin.

Her lewra xebat û berêkaniya Kurd bo rejîmê cihê nîgeraniyê ye, jiber ku di heyama çil salên borî de, gellek carên din her wekî vê carê, bi bombebaran û zindanîkirin û îdamê nekariye Kurdan bêdeng bike. Bi taybet nîşandana hêz û morala xelkê qehreman û dilsojê Rojhilat, di warê pêşwaziya ji bangewaza hizbên siyasî ên xebatkar, rêkxiraw û çalakên medenî ku bi awayê girevgirtina sertaserî li Rojhilata Kurdistanê hemaseyeke nû afirandin, û bi nîşandana bêzariya xwe ji rejîma sêdareyê, hevsoziya xwe digel şehîdên 17`ê Xermananê li bajar û bajarokên Rojhilat nîşan dan. Herweha ew piştgirî, hevpêwendî û hevxebatiya ku Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê li Başûr, welatên Ewropî, Amerîka û cihên din di warê eşkerekirina nerazîbûna xwe de, û mehkûmkirina îdama lawên Rojhilat û kiryarên cinayetkarane ên 17`ê xermananê, ew hêz û deng wekî bersiveke rohn û serfirazane ye bi rejîma Komara Îslamî ku Kurd bêdeng nabe, û ji xebatê nasekine. Di vir de ye ku xebata “çiya û bajar” pêkve tê girêdan.

Aferîn û destxweş gelê serfiraz ê Kurdistana Îranê, dengê we bilindtir û morala we hesinîn be.

Em jî wekî PDKÎ cardin peymanê nû dikin ku wekî dehan salên borî her ew dengê bilind yê we bin, ku kuştin, îdam û bombebaranên Tehranê em bihêztir kirine. Bêguman çavkaniya vê hêzê jî hûn in, em hemû bi hev re gellek bihêz in, hêzek ku pişta dijmin dilerizîne, û dixe qedeman.

Em bibawer in ku dest di nav destê hêzên siyasî ên têkoşer, lawên mafxwaz û hemû tex û çînên Kurdistana xweşdivî, ku baweriya wan bi rizgariya welat û neteweya xwe hene, di pêxema vê rizgariyê de pêngavan hilgirin, û qonaxeke nû ji xebata li dijî rejîma Tehranê bigrin pêşiya xwe, û heta bidestveanîna mafên xwe ên zewtkirî nesekinin. Bêguman serkevtin bo me ye, û rejîm jî ber bi nemanê diçe.

Di dawiyê de silavan dişînim bo riha pak ya şehîdên 17`ê Xermananê û sersaxiyê dibêjme malbatên wan ên ezîz û gelê Kurd bi giştî.

Herweha ez ji vê derfetê mifahê werdigrim, ku spasê bikim li hemû hizb û rêkxirawên siyasî û medenî, têkoşer û azadîxwazên Kurd di hemû beşên Kurdistanê di navxwe û dervey welat ku bi hemû şêweyekê hevxem û piştevanê me bûn, û digel me bûn.