Kurdistanmedia

Şemî 20 Nîsan 2019
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Îradeya xelkê girîng e, û dibe em pêngavên zêdetir jê re hilgrin

19:53 - 23 Adar 2019

"Mistefa Hicrî" Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ derheq cejna newrozê peyamek belav kir ku di vê peyamê de li ser  yekrêzî û yekîtiya xelkê Kurdistanê bo gihîştina bi armancan pêdagirî kir.

Deqa peyamê:

Peyama newrozî ya rêzdar Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ

‌Hevwelatiyên Hêja!

Kurdistaniyên xweragir!

Li bereberê newroza îsal de, li ser navê PDKÎ, rûyê axavtinên min li we xelkê welatparêz ê Rojhilat e, da ku ji vê riyê ve rûçikê salekê ku me derbaz kir, û salek ku li pêşberî me ye, raxim ber çavan, lê berahiyê îznê bidin min, ku pîrozbahiya xwe pêşkêşî riha pak ya hemû şehîdên riya rizgariya Kurd û Kurdistanê û malbatên wan ên ezîz bikim. Silav û pîrozbahiyên germ li wan hemû zîndaniyên siyasî ku bi sedema daxwaza mafên rewa ên Kurd li girtîgehên rejîmê de ne. Silav û pîrozbahiyên taybet li kadr û pêşmerge û endam û alîgirên PDKÎ ku di sala 1397-an de, roleke baş  lîstin, di xebata li dijî Komara Îslamî de. Pîrozbahî û destxweşî li wan çalakên siyasî û medenî ku di sala borî de hewl dane rêzên xelkê narazî li dijî zordarî a rejîma Komara Îslamî ji hemû tex û qatên civakê bikin yek, û bi awayekî yekgirtî dengê xwe derheq daxwazên xwe bo bidestveanîna mafê xwe ên rewa bilind bikin, û xebata bajar misoger û bihêz bikin.

Xûşk û birayên hêja!

Sala borî, sala berdewamiya demsala nû ya xebata Rojhilat bû ku bi "Rasana Rojhilat" hatiye naskirin, salek ku rêkxirawa "Lêborîna Navneteweyî" wekî sala şermê bo deshilatdarên Tehranê bi nav kir, salek ku Kurdistaniyan di Rojhilat îradeya xwe bi gireva sertaserî li dijî rejîma Komara Îslamî nîşan dan, her di vê salê de bû ku hizb û hêzên Rojhilat di çarçoveya "Navenda Hevkarî" de, hewlên xwe xistin ger, da ku bi awayekî yekgirtî ber bi pêşwaziya ji guherînkariyan ve herin, salek ku siyasetên rejîmê di cîhana derve de rastî astengiyên micid bûn, û aboriya wê bi sedema siyasetên nerewa ên wê rejîmê  li ser herifînê bû, salek ku nûnerên neteweyên bindest û beşek ji hêzên Îranî, hewlên xwe di çarçoveya "hevalbendiya bo demokrasî û yeksaniyê" xistin ger, heya ku eniyeke berfirehtir di hemberî Tehranê de saz bikin. Hemû evane û dehan mînakên din komek nîşan in, di vê derheqê de, ku Komara Îslamî berbirûyê salekê dibe, ku naçar e di hemberî dehan kêşeyên kelekebûyî de, cama jehrê vexot û "nermişa qehremanane"yeke din ji xwe nîşan bide, û vegere ser maseya gotûbêja digel Amerîkayê. Xeynî vê yekê tu riyek ji bilî herifînê di ber dest de nîne, bi herifîna vê rejîmê jî qonaxeke nû ji jiyan û xebat di Kurdistan û Îranê de dest pê dike, her çend gotûbêja digel Amerîkayê û pejirandina wan mercên ku jê re hatiye diyarîkirin, tenê renge bikare bo heyameke kurt temenê vê rejîmê dirêj bike. 

Em wek Hizba Demokrat berçavên me rohn in, û em dizanin ku di kudera guherînkariyan de me cih girtiye, û ber bi çi aqarekê pêngavan davêjîn.

 Ji dîtingeha me ve Komara Îslamî tenê ji aliyê civaka cîhanî ve berbirûyê metirsiyan nabe, belku çavkaniya girîng û bingehîn ku vê rejîmê rastî jnavçûnê dike, şiyan û vîna gel e. 

Yekem rawestegh kirîza siyasî ye. Komara Îslamî bi reformxwaz û binajoxwazan ve rastî herifîneke siyasî hatiye. Wateya wê ya sanahî, jinavçûna hemû wan wateyan e ku heya îro xelk pêve mijûl kirine. Hekî pêştir hevkêşe di navbera reformxwaz û binajoxwazan de bûn, lê îrorojê bera hevkêşeyan rû li xelk û nizamê ye, û bi vî awayî guhertin bi ser de hatiye. Bi watayeke din rikeberiyeke dijwar di navbera xelkê û sîstema deshilatdar de heye, ku wisa dike Komara Îslamî bibe "madorayî" a Rojhilata Navîn. Di vir de ye ku vîna gel girîng e, û dibe pêngavên zêdetir jê re bêne hilgirtin. Heman siyaset û têgihîştin ku Hizba Demokrat di çarçoveya Rasanê de wek "pêkvegirêdana xebata çiya û bajar" bi nav dike. Heman îrade ku hemû leyîzan dide aliyekî.

Aliyekî din mijara herifîna aboriya Îranê ye. Herifînek ku çavkanîgirtî ji destpîsiya malî, monopolkirina çavkaniyên aborî, kêmbûna şandina derve ya petrolê, xerckirina dahata welat li derve, bûdceyeke zexim bo alavên leşkerî, duqatkirina bûdceya Wezareta Îtila`atê, navendên ayînî ên Şî`e û hêzên serkutkar e. Ew hemû di demekê de ne ku rojane em şahidê jikarketina kargehên mezin û biçûk in, û girîngtir ji wan jî nebûna sermayrêjiya navdewletî ye, ku girîngiyeke taybetî heye bo vejandina aboriya Îranê, lê bi sedema siyasetên şaş ên Komara Îslamî kompaniyên mezin ên cîhanê amade nînin ku xwe li bazara pirr ji rîsk a Îranê bidin. 

Kirîza aborî hekî di Îranê de kêşeyeke mezin e, lê di Rojhilata Kurdistanê de ew kêşe duqat e. Jiber ku Komara Îslamî wekî koloniyeke navxweyî digel Kurdistanê tevgeriyaye. Bi vê watayê ku tenê dahat jê bi dest xistiye, bi bê vê ku tu sermayedanîneke dirêjheyam tê de encam dabe. Mînaka herî berça ya vê siyasetê di pirsa kolberan de bi ciwanî tê xûyakirin. Hekî kolberên Kurd metirsiya jidestdana canê xwe qebûl dikin, qurbaniyê siyasetekê ne ku eva çendîn dehik e ku Kurdistanê di di berejewendiya xwe de diçewisîne.

Jîngeheke din ku Komara Îslamî kiriye sîstemeke din ya necihgir, jîngeha kulturî ye. Kulturek ku Komara Îslamî bi salan e bi ser xelkê de zal kiriye, kulturek ku ya kesên çendîn sedsalî berî niha ye, lê rabûnek di hemberî vê kulturê de di qadê de ye, rabûnek ku rêberatiya wê di destên jinan û qata naverast de ye.

Eva ku di vê derheqê de, ayetullahên Tehranê daxwaz dikin, heya dîwexanên wan jî birr nake. Çawaniya derketina zarokên van kesan di medyaya civakî de nîşaneke cidî ye, ku kultura pesendkirî ya xelkê gellek cuda ye ji buhayên sîstemê. 

Xelkê Kurdistanê her ji destpêkê ve, li pey wêneyê Xomeynî di heyvê de nedigeriyan, berevajî, ew ser vê baweriyê ne, ku komek mirovên dilmezin hene ku bi hêvîdarbûnê, sermayeya herî hezkirî ya jiyana xwe goriyê nîştiman dikin, û dibin pêşmerge û di asta herî bilind ya mirovbûnê de, canê xwe di pêxema azadiya xak û xelkê nîştimana xwe, wate Kurdistanê de gorî dikin, û ew jî wan kesan wek çavkaniya nirx û buhayên xwe dizanin. Kulturek ku di vê qonaxa nû de, û di Rasana Rojhilat de, hemaseyên Qereseqel, Kosalan, Hemaseya Kirmaşan, newroza cemedaniyan û xakîpoşan, govenda ala û gireva giştî lê ket. 

Di nava gêjavekê de ku rêjîm tê ketiye, Rojhilata welat bi nihêrîneke geşbînane ve mijûlî hêzgirtina xwe ye. Hêzek ku sîma û rûçikên xwe di civîna xelkê bo rêzgirtina ji zimanê dayîkê û himbêzkirina pêşmergeyên xwe, xwe derdixe. Hêzek ku bawerî bi Kurdistanê, wekî bingeh û binyata îro û siberojê dizane. Herweha her lihevkirin û hevalbendiyekê, ji kanala mafên Kurd ve dibîne. Eva ku rohn e li cem hemiyan, Rojhilat û bi giştî Kurdistan di sta navdewletî de bi tenê ye, tenêtî ne bi wateya lawaziyê, belku bi wateya vê ku, civaka cîhanî zêdetir çav li guhertinê di Tehranê de dike, û wir girîng dibîne. Lewra di vê demê de hêzên Rojhilat hewlên xwe dixin ger, ku eniya dijberiya digel Komara Îslamî berfireh bikin. Di heman demê de “Ebûbekir Me`irufî” û “parêzer û şehîdê jîngehê” ê wek “Şerîf Bacwer” û ew xortên ku bi nav û sirûda "Xwa weten awa key" singê xwe dikin mertal, ji bîr nakin.

Ya ku di dawiyê de dixwazim bas bikim vedigere ser bizava rizgarîxwaziya Rojhilata welat. Emên Kurdistanî bo heyama zêdetir ji yek sedsalî ye ku di xebateke bê rawestiyan de ne, û di vê riyê de gellek bela û şikest hatine ser riya me. Lê îro rojê em di rawestgeheke hestiyar de dijîn, ku ew jî wisa dixwaze ku em rêzên xwe di navxwe ya Kurdistanê de bikin yek, û eniyeke bihêz û cidî di navbera xwe û Îraniyên din de ava bikin, û dengê bizava Rojhilat carek din bigehînin civaka cîhanî.

Ya ku li stûyê partiyên siyasî ye, fêrbûna vê rastiyê ye ku siyaset li Kurdistanê nabe bona vêdedana hevdu û xwe nêzîkkirina li ên din be. Berevajî em dibe kultura lihevkirinê rave bikin, û di dema nêzîkbûna digel ên din de, dibe ku siberoja pirsa Kurd di bîra me de be.

Ya ku em ji Îraniyan çaverê dikin tu tiştek nîne, xeynî vê ku Îran nabe ya duh û îro be, belku dibe Îraneke din be, Îranek ku  Kurdbûn tê de nasnameyeke veşartî nebe, û bi awayekî fermî vê qebûl bikin. Diyar û xûya ye, ku rûberê bîrkirina giştî ya Îraniyan heya niha di navbera saza derbazbûyî û  axavtinên giştî de dizivire, lê baştir ew e ku bo yek car û bo hertim bizanin ku "Ey reqîb her maye qewmê Kurdziman".

Asta navdewletî aliyekî din e ku astengiyên wê tenê bi Hizba Demokrat çareser nabin, hewce ye ku partiyên siyasî ji yek çeperî ve li vî rûberî binêrin, û hemû bi navê Kurd qise bikin. Herçend ku hêzên Kurdistanî navendek bo vî warî pêk anîne, lê hewce ye ku çalaktir û bileztir bin, bo yekxistina hemû Kurdê Rojhilat. 

Bi giştî di demekê de em berev newroza 1398-an ya Rojî gavan davêjin ku çavên me hemiyan li ser navxwe ya Kurdistanê ye. Çavnihêriya me ew e  ku pêdagiranetir ji salên pêşîn, li hemberî birêvebirina newrozê hestiyar bin, lewra hewce ye  ku xakîpoşên Rojhilat navenda bajaran bikin qada reqs û semaya cemedaniyan.