Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mistefa Hicrî” li derheq gotinên Serokê Herêma Kurdistanê di kombûna “Asayîşa Rojhelata Navîn” de peyamek belav kir

17:36 - 22 Çirriya paşîn 2021

Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, li derheq gotara Serokê Herêma Kurdistanê ku di korbenda “Asayişa Rojhelata Navîn” li bajarê “Duhok”ê de pêşkeş kirbû, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Gotara rêzdar “Nêçîrvan Barzanî” Serokê Herêma Kurdistanê  ku di korbenda “Asayîşa Rojhilata Navîn” de li zanîngeha Amrîkayî ya Kurdistanê li bajarê “Duhok”ê pêşkeş kir, bi giştî û bi taybetî ew beşa ku pêwendî bi çareserkirina pirisa gelê Kurd ve hebû, li ser bingeha rastiyekê ye ku dîrokek dûr û dirêj li pişt e û cîbicîkirina vê beşeke girîng e ji dabînbûna asayîş û aştî di wan welatan de ku wan Kurdistan bi ser da par vekiriye.

Ew nerînên ku di korbendeke wiha girîng de ku ji aliyê rêzdar Serokê Herêmê ve bala xwe kişandiye ser, beşek ji siyaset û helwêstên hertimî û fermiyên me li derheq çareserkirina pirsa aştiyane ya gelê Kurd e, her lewma cihê destxweşiyê ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

1`ê Semaweza 1400`an a Rojî

22`ê November 2021`an