Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mistefa Hicrî” peyama pîrozbahiyê bo Serkomarê Amerîkayê yê hatî hilbijartin şand

11:59 - 11 Çirriya paşîn 2020

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî”, di peyamekê de bi hilkefta hilbijartina “Joe Biden” wekî Serkomarê Amerîkayê pîrozbahî li navbirî kir.

Peyam wiha ye:

Rêzdar “Joe Biden”

Serkomarê hatî hilbijartin yê Amerîkayê

Ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve, em bi hilkefta serkevtina te li hilbijartinên Serkomariya Amerîkayê, wekî 46emîn Serkomarê wî welatî pîrozbahiyê li te dikin.

Salanik e netewên bindest ên Îranê û yek ji wan netewa Kurd di wî welatî de ji aliyê hikûmetên Navendî, nemaze rejîma Komara Îslamî ve mafê wan hatiye binpêkirin û daxawzên wan ên demokratîk bi awayê girtin û kuştin tê serkutkirin.

Em hêvîdar in ku wekî gelek caran te tekezî kiriye, di heyama Serokayetiya xwe de hevkar bin bo cihgirkirina demokrasî, mafê mirov û dadperwerî û herwisa jinavbirina terorîzma Komara Îslamî û terorîzm di welatên din ên Rojhilata Navîn de.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

20ê Xezelwer a 1399an a Rojî

10ê Çiriya Paşîn a 2020an