Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî tevî xwandevanên qonaxa paşnawendiyê civiya

19:20 - 25 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmeda: sekreterê Giştî yê PDKÎ di civînek taybet teî xwandevanên qonaxa diwanawendî de, arîşe û girêpêçkên wan şirove kir.

Li gor raporta Kurdistanmedia; civînek bo xwandekarên qonaxa diwanawendî ji aliyê Rêzdar Mistefa Hîcrî, skreterê giştî yê PDKÎ ji berwara 24,01,2014an a Rojî, ji hêla Komîsyona Perwerde a PDKÎ birêve çû.

Di vê civînê de, sikreterê giştî yê partiyê, basek derheq perwerde û rola partiyê di fêrkirina xwendekaran û piştgîriya berdewam a PDKÎ li wan xwandekaran û ev çavnihêriyêt xwandekaran ji partiyê û herwisan çavnihêriya partiyê ji xwandekaran heyî, xiste ber bas û siroveyan.

Hicrî xwandekarên han bi sermayeya partiyê hesiband û piştgîrî û li ser harîkariya partiyê ji xwandekaran tekez kir.

Sikreterê giştî yê PDKÎ, daxwaz ji xwandekaran kir ku, herçiqas zêdetir xwe perwerde bikin û mandî bin, dikarin zêdetir di paşerojê de, rolek hêja li xizmet kirin bi netewa xwe de bilîzin.

Di vê civînê de, xwandekarê beşdar, pirsên xwe ji bo sekreterê giştî anîne ziman û ji aliyê rêzdar Hîcrî we hatne bersiv dan.