Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mixabin hevdem di gel Koronayê, Elkol jî dibe sedema lêkevtina qurbaniyan

12:00 - 11 Adar 2020

Di demekê de ku rojane Sedan kes li Îranê de tûşî vîrûsa Korona yê dibin û dimirin, ev dengoya belav bûye ku goya elkol dikare berahîka tûşbûna mirovan bi Koronayê bigre, parek ji xelkê bi bê berçawgirtina tendirustiya xwe, kevtine cehda peyda kirin û wexwarina Elkolê.

Hinek kesên derfetperest û dijî mirov jî bona evê ku di vê rewşa perîşaniya xelkê de ku malê xelkê jê bistînin, dibne sebeb ku canê wan jî jê bistînin.

Mêtanol Elkoleke bi jahiye û rengê wê zerê berbi Sorîveye, çend dilop esîd yan Waîktês dikne navda rengê xwe digohore bi Elkola Sipî çendîn beranber Jehra wê zêdetir dibe, û bi navê Elkola Sipî ya Sene`etî difoşne xelkê.

Heya niha Sedan kes bi hegera wexwarina wê Elkolê di Îranê de nesax ketine û canê xwe ji dest dane.

Pêka amaran nêzîkî 50 kesî di Ehwazê, 70 kes di Tehranê, 7 kes di Kerecê, 6 kesan di Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û Sedan kes jî bi wê hegerê niha li Nexweşxanan de hatine razandin.

Elkola Mêtanol hekî kesê xwexo, yan dikuje, yan çawê wan kor dike û di hindirê wande jî, sistema cerg û me`ede û sîpelak û riviyan, birîndar dike û dişevitîne.