Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mocahidînê Xelqê Îranê bi lidarxistina çalakiyên banghêjî piştevanî ji Hêza Pêşmergê Kurdistanê kir

18:11 - 16 Îlon 2021

Rêkxirava “Mocahidînê Xelqê Îran”ê bombebarankirina deverên çiyayî yên Kurdistanê şermezar kir û bi lidarxistina çalakiyên banghêjî li bajarên Îranê, piştevaniya xwe li Hêza Pêşmergê Kurdistanê ragihandin.

Rêkxirava “Mocahidînê Xelqê Îran” di televîzyona xwe de li derheq gef û topbarana deverên çiyayî yên Kurdistanê, piştevaniya xwe li Hêza Pêşmergê Kurdistanê û xelkê zulimdîtî yên Kurdistanê ragihand.

Ew rêkxirava di televîzyona xwe de bo piştevanîkirin li Hêza Pêşmergê Kurdistanê û xebata gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, çendîn core kar û çalakî di bajarên Îranê de lidar xistin ku bi strandina sirûda netewiya “Ey Reqîb” û sirûdên şoreşvanî belav kiribûn.

Di wan çalakiyan de ku li bjarên wekî “Tehran, Kerec, Simnan, Nêyşabûr, Turbeta Heyderiye, Kaşmer, endîkaya Xûzistanê, Kûhdeşt û Merwdeşt”ê bi rê ve çû bûn û benêrên Xamineyî, Qasim silêmanî, alaya rejîma Îranê û tabloyên îdareyên besîc û îtila`at û çendin binkeyên din ên rejîmê şewitandibûn.

Berê jî Rêkxirava Mucahidînê Xelqê Îranê li derheq bombebarankirina deverên çiyayî yên Kurdistanê ragihandibû: Rejîma Kurdkuj a wilayeta feqîh dest ji topbarankirina birayên me û welatiyên Kurd di deverên sînorî  de hilnagire û micidtir dibe. Lewma paşekêşîpêkirin bi rejîma Îranê ji topbarankirina xelkê bê tawan û partiyên Kurdan li wan deveran divê li bajarên zulimdîtî yên Rojhilatê Kurdistanê û seranserê wî, welatî wekî Xûzistanê nerizayetiya xwe nîşan bidin.