Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Moreyên rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê propagende bo hilbijartinan dikin

14:12 - 12 Gulan 2021

Di bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê de li nêzbûna dema hilbijartinên Serkomarî û şêwra bajar û gundan, bi kirêgirtiyên rejîma Îranê dest bi propagendê kirinê.

Li gorî nûçeya ku giheştiye malpera “Kurdistanmedia” yê, çend kes ji qaçaxçiyên bajarê Urmiyê ku berê dosyeyên wan ên dorlêdana tehrîman hebûne û hevkariya Spaha Pasdaran û “Babek Zencanî” kirine û heta li Tirkiyê de jî dest li teror û revandina kesên opozisyona rejîmê de jî hebûne, bo bajarê Tehranê hatine gazîkirin.

Ew kesane li hember ragirtina dosyeyên tawanên wan li dezgeha dad, soz ji wan wergirtine ku bazargermiyê bo hilbijartin û “Îbrahîm Reîsî” bikin.

Ew kesane piştî zivirînê, her yek ji wan 5 milyard Tumen bi hêceta karên xêrxwaziyê û li rastiyê de bi armaca siyasî û propagende bo hilbijartinan û propagende bo Îbrahîm Reîsî, terxan kirine.

Yek ji wan kesan “Nacî Şerîfî Zindeştî” ye ku kesekî ser bi rejîma Îranê ye û propagende bo hilbijartinan dike.

Ew moreyên rejîmê, niha gund bi gund digerin û bo  her malekê yek milyon Tumen pere didin û bo hin kesên hejar jî hin xwarinan dibin, eva jî xiyanet e û bo dujmin li vê rewşa hestiyar de rêxweşker e.

Hevdem li bajarê Sinê çend kesên wekî “ Xalîd Zaliye, Hacî Eta, Es`ed Şebreng û çend kesên din” ku dosyeyên tawanên wan li dezgeha dad de hene û ji birêveberên kanala “ E`imek”in, niha propagendê bo hilbijartinan dikin.

Ew kesane dixwazin piştevanî li kesên wekî “ Hûşeng Emînî, Sebah Hesenî, Es`ed Fetahî û Bêhrûz Îbrahîm Abadî” bikin.

Ji aliyeke din ve, girûpên wekî” Encumena rêzgirtin li Hunermendan, Heftînameya Ala, Roj baş Kurdistan û Heftînameya Serzemîn” propagendê bo hilbijartinan dikin.