Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mozexaneyek li jêr navê “Kultura Kurd” li Amrîkayê hat wekirin + Wêne

13:57 - 25 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Jineka Amerîkî mala xwe kiriye mozexaneya kultura Kurdî û hevdem jî ew mozexaneye pêşkeşî zanîngeha “Binghampitun”a Amerîkî kiriye.

Rojnameya “Nîyoyork Taimz” bilav kir k, “Wîra Bîudîn” ku mêrê vê Kurdekî xelkê Îranê ye di sala 1980’an “Rêkxistina Mirata û Kultûra Kurdan”li Amerikayê awa kiriye.

Jina han, tebeqeya Serê amala xwe jibo Mozexane û Pirtûkxaneykî taybet bi lêkolîn li ser çanda Kurdan terxan kiriye û bixwe jî 40 salan û heta dawiya jiyana xwe,li ser çanda Kurdan lêkolîn kiriye.

Jina Amerîkî piştî vê yekê ku tewî Kurdeke Îranî binavê “Humayun Seîdpûr” jiyana hevpar pêktîne, dibe aligirê çanda Kurdan û li vê demê haya dawiya jiyana xwe li ser vê yekê mijûlî lêkolînê dibe.

Navbirî Peyva Kurd ku li Ferhenga “Oksford”de bi kesên bawermendên Ola Îslamê hatibû wergerandin, bo “Wlatê Kurdan ku Kurd têde dijîn”wergerandî ye.

5029.jpg


Humayun Seîdîpûr di sala 2010’an de seva nexweşiya Penceşêrê wefat kir û hejmarek berhem li ser wêje û çanda Kurdan, pêşkeşî zanîngeha kevnarnasî ya zanîngeha“Binghampitun” kirine.

Wîra piştî mirina mere xwe mijûlî nivîsandina dîroka devokî ya Kurdan bû û hêviya vê bû ku mozexaneyekê li ser çanda Kurdan awa bike,ku piştî mirina vê di sala 2010’an de mala vê bo vê mozexaneyê hat terxan kirin.