Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Muqteda Sedir” daxwaza standina çekan ji hemû girûpên çekdar yên li Îraqê kir

17:25 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2022

Kesayetiyê li dijî destêverdanên rejîma Îranê û rêberê Olî yê rewta Sedir, “Muqteda Sedir” gotiye: “Eger dixwazin dewletê ava bikin, divê dagîrkeran derxînin û gendelan dadgehî bikin”.

Roja Înê 15`ê Tîrmehê li ser daxwaza Muqteda Sedir kesayetiyê Olî yê Sî`e meseb yê Îraqê, li seranserê Îraqê deha hezar alîgir û şopînerên rewta wî li bajarok Sedir a girêdayî bajarê Bexdayî kom bûn û nimêja Înê xwandin.

Muqteda Sedir di beşek ji xutbeya nimînja Înê de daxwaza vegirtin çekên girûpên çekdar yên li Îraqê kir û herwisa girûpa Heşda Şe`ibî ji nû ve bê rêkxistinkirin û endamên wê yên ne qeyîdkirî bên derxistin.

Feraksyona Sedir weke bihêztirîn hêz di piroseya hilbijartina parlemanê ya li Cotmeha derbasbûyî ya Îraqê de serkevtin dest xist û digel Kurdan û Erebên Sunî meseb hevpeymaniyek pêk anî, lê bloka erebên Şî`e meseb yên alîgirên Îranê yên li parlemena Îraqê de bûn bi asteng li pêş wê hevpeymanê de û Sedir jî ev gendel binav kirin.

Muqteda Sedir li dijî hemû destêverdanên rejîma Îranê li karûbarên navxweyê Îraqê ye û bi tekezî daxwaz kiriye ku “Heşda Şeibî” ji ticaret û siyasetê bê dûrxistin.

 “Muqteda Sedir” daxwaz ji “Heşda Şeibî” kir ku ji deverên rizgarkirî ji destê DAÎŞê derkeve û ew dever ji aliyê xelkê deverê ve bên avedankirin û daxwaz ji hemû girûpan kir ku rêz ji polîs û artêşa Îraqê bigrin û êrîşên xwe li ser wan bidawî bînin.